Çekdarên Feyleq El-Şam bûn sedema mirina welatiyekî Efrînê

16-10-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Dizîna Zeytûnan Feyleq el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên grûpeke opozîsyona Sûriyê li Efrînê zeytûnên cotkarekî Kurd dizîn û ji ber diziyê celteyê li wî cotkarê Kurd da û canê xwe ji dest da.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku li gundê Edama li nahiya Raco ya Efrînê çekdaran Feyleq El-Şam zeytûnên cotkarê Kurd Elî Hesen dizîn û ji ber diziyê celteyê li wî da û canê xwe ji dest da.

Mistefa Şêxo got: “Duh welatiyê Kurd yê bi navê Elî Hesen yê 75 salî dema ku hemû zeytûnên xwe kom kirin û çû traktorê bîne ji bo ku bibe mal, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam 10 çuwal zeytûnên wî dizîn, dema ku vegeriya û zeytûnên xwe nedîtin, celteyê lêda û canê xwe ji dest da.”

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi zeytûnên xwe bi nav û deng e, di bin dagirkeriya çekdarên opozisyona Sûriyê de ye û gelek caran mafên sivîlan sivîlan tên binpêkirin û herwiha gelek caran jî zeytûnên wan berdewamî tên dizîn û talankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst