Strana Kurdî 'Tu Kî Yî' hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Strana hunermenda Kurd Devrîm Demîr a bi navê “Tu kî yî” bi hinceta 'nensakirina dewlet û dozgeriyê û biçûkkirina dewletê' rê nehat dayîn ku di mîtîngê de bê lêxistin.

Tevgera jinên Azad (TJA) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bese, niha dem dema azadiya jinê ye” di 16ê Îlonê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê mîtîngek lidar dixe.

Dihat çaverêkirin ku strana Devrîm Demîr a bi navê “Tu kî yî” di wê mîtîngê de bê lêxistin, lê parêzgariya Amedê bi hinceta `nensakirina dewlet û dozgeriyê û biçûkkirina dewletê`destûr neda ku stran bê lêxistin.

Li ser vê biryara parêzgariya Amedê hunermenda Kurd Devrîm Demîr di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got “Strana min (Tu kî yî) qedexe kirine. Lê em stranên xwe bi dengê herî bilind û bi awazên herî azad bistirînin.Ez ê sibê li mîtînga jinan a ku dê li Amedê bê li darxistin bim. Werin em li dijî Zayendperestî, nîjadperestî û vê hişmendiya qedexeker em bi yek dengî azadiya xwe biqîrin.”