Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Ebadî da

16-10-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Heyder Ebadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser gotinên Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî yên di derbarê "16ê Cotmehê" û "Kerkûkê" de daxuyanî da û got ku "Hikûmeta Herêma Kurdistanê polîtîkayên yekparêz, serdest û bindest red dike".

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, bersivan daxuyaniya Hevpeymniya Nesir a bi serokatiya serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî ya bi minasebeta salvegera bûyerên 16ê Cotmehê da.

Cotyar Adil got, “Hevpeymaniya Nesir, biryarên serokên xwe yên li dijî têgihiştina demokrasî û hevkariyê bi quretî bi bîr anî. Ev diyardeyên têkçûnên li pey hev in, ku herî dawîn di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de xwe nîşan da.

Adil amaje bi wê yekê kir ku rastî ji bo gelên Iraqê derketine holê, gel tercîha xwe kir û îspat kir ku ev polîtîkayên macereperst dê dirêj nebin û got: “ Ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî û demkî nikarin serketî bin.

Berdevkê Hikûmetê herwiha got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê avakirina pêşerojek geş û aram ku tê de hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî bi hev re di nav aramiyê de bijîn dike armanca xwe. Lê di heman demê de, ew polîtîkayên yekparê, hegemonîk û bindestiyê bi navê paşerojeke geş red dike, ku xwediyên wê jî jê bawer nakin.”

Bi gotina Adil îro ji her demî zêdetir hewcedariya Iraqê bi siyaseteke aqilane, mantiqî û jêhatî heye û destnîşan kir ku divê ev siyaset ji ferzkirin, partîtî, binpêkirinan dûr be û pêşî li derketinên radîkal bigire.

Gotinên Ebadî

Di salvegera bûyerên 16ê Cotmehê de, Hevpeymaniya Nesir daxuyaniyek da û tê de gotinên Serokwezîrê wê demê û serokê Hevpeymaniyê Heyder Ebadî hebûn.

Ebadî dibêje "wî Kerkûk dîsa vegeran bo bin serweriya Iraqê” û dide zanîn: “wî parêzgarekî nû tayîn kir, ne tenê ew, di heman demê de pişka budçeya Herêma Kurdistanê jî daxist ji sedî 12an, geştên ji balafirxaneyên  Hewlêr û Silêmaniyê qedexe kir. Bi vî awayî  rêveberiya Herêma Kurdistanê mecbûr ma teslîmî Bexdayê bibe.”

Ebadî herwiha diyar dike ku bi vî awayî ji sala 1991an vir ve cara ewil e ku komîsyonên Iraqê ji bo lêpirsînkirina sazî û dezgehên hikûmî çûne Herêma Kurdistanê û dahatên ji deriyên sînor ji aliyê hikûmeta navendî ve hatine kontrolkirin.

Hevpeymaniya Nesir ya bi serokatiya Heyder Ebadî, di hilbijartinên giştî yên 10ê Cotmeha 2021an de tenê 2 kursî bidest xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst