Galeriya wêneyan

16-10-2021
13 Photos
Bilind T. Abdullah

Roja duşemê 12ê rebî'iya yekem e ku wê rojê Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed jidayîk bûye. Li Hewlêrê jî salane ew roj tê bibîranîn û xelk bi şêwazên cor bi cor hezkirina xwe bo Pêxemberê Îslamê nîşan didin.

Di çarçova bibîranîna roja jidayîkbûna Hz. Muhemmed de, beşeke xelkê Hewlêrê dukan û cihên giştî bi navê Pêxemberê Îslamê, hedîs û ayetênn Quranê xemilandine.

Zêdetirî 800 sal berî niha, di serdema Mizefereddîn Kokberî ku hakimê bajarê Hewlêrê bû, cara yekem roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê bi şêweyekî berfireh hat bibîranîn.