Qadir Qaçax: Qeymeqamê Şingalê yê nû hatiye diyarkirin

16-10-2020
RÛDAW
Li gor rêkevtina navbera Hewlêr û Bexdayê, ya derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de qaymeqamekî nû bo navçeya Şingalê tê diyarkirin
Li gor rêkevtina navbera Hewlêr û Bexdayê, ya derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de qaymeqamekî nû bo navçeya Şingalê tê diyarkirin
Nîşan Şingal Qeymiqam Xidir Reşo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Şaxa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Şingalê Qadir Qaçax ragihand ku rêkevtin bo danîna qeymeqamike nû li Şingalê hate kirin û Xidir Reşo ji bo posta qeymiqamiya Şingalê berbijêr e.

Li gor rêkevtina navbera Hewlêr û Bexdayê, ya derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de qaymeqamekî nû bo navçeya Şingalê tê diyarkirin û dawî li rewşa niha ya vê qezayê tê, ku niha xwediyê du qaymeqaman e.

Berpirsê Şaxa PDKê yê li Şingalê Qadir Qaçax ji Rûdawê re ragihand : “Bi beşdariya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û lîqa 17 ya partiya me li Mûsilê, civînek pêk hat. Qeymiqamê niha yê Şingalê Mehma Xelîl jî beşdar bû. Di civînê de me behsa cîbicîkirina rêkevtina derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de gotûbêj kir.”

Qadir Qaçax da zanîn ku  di civînjê de wan li ser wê yekê li hev kir ku Rêvebirê berê yê Sinûnê Xidir Reşo bo posta qeymiqamtiya Şingalê bê danîn.

Qaçax herwiha eşkere kir ku ewlekariya herêma Şingalê dê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de be û got: “Hikûmeta Iraqê li ser wê yekê rijd e ku PKK û grûpên din ên çekdar ji wê herêmê bêne derxistin.”

Berpirsê Şaxa PDKê yê li Şingalê Qadir Qaçax herwiha destnîşan kir ku berî her tişt ewlehî tê û pîştî misogerkirina ewlehiyê dê xelkê herêmê vegerin bo cih û warên xwe.

Xidir Reşo Kurdê Êzidî ye û xelkê Gundê Herdanî ser bi nahiya Sinûneyê ve û zêdetirî 7 salan e li dervey welat dijî û pêştir Rêvebirê Nahiya Sinûneyê bû.

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê roja 11ê Cotmeha 2020an bo asayîkirina rewşa Şingalê li hev kiribûn û li gor rêkeftinê qeymeqamekî nû bo Şingalê tê hilbijartin, asayîşa bajarokê Şingalê tenê erkê polîsên xwecihî, Saziya Asayîşa Niştimanî û Îstîxbaratî dibe, bi hevahengiya ligel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê, divê dawî li hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hemû paşmayên wê li Şingalê bê anîn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an du îdare li Şingalê çêbûn û çend hêz li deverê serdest in, wek Heşda Şabî, hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), artêşa Iraqê û polîsên federalî.

Ev zêdetirî 6 salan e nêzîkî ji sedî 75 xelkê Şingalê ji ber êrişa DAIŞê koçber bûne û piraniya wan li Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Sûriye û Ewropa dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst