Galeriya wêneyan

16-10-2020
13 Photos

Rûdaw / AFP

Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya biryara lêborîna giştî de, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin, roja Pêncşemê 631 girtiyên ku bi tohmeta terorê hatibûn girtin û dema nîvê cezayê girtina wan derbas bûbû, serbest berdan.

Herwiha 253 girtiyên din piştî ku nîvê cezayê xwe di girtîgehên Rêveberiya Xweser de derbas bikin, dê sûdê ji biryara lêborîna giştî bibînin.

Hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk Emîne Omer duh di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, ku li ser biryara lêborîna giştî ya Rêveberiya Xweser û piştî lêkolînên ji aliyê Komîteya Girtiyan ve, Encûmena Dada Civakî û Desteya Rîsipiyan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, di derbarê rewşa girtiyan de, 848 girtî li ser asta Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikevin ber lêborînê, ji wê hejmarê îro pêncşemê 631 têne serbes berdan.