Sînan Çîftyurek hat desteserkirin

16-10-2019
RÛDAW
Nîşan Sinan Çiftyurek KKP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek serê sibehê li Amedê ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Polîsan li Amedê  îro serê sibehê li Amedê bi ser mala Serokê Giştî yê KKPê Sînan Çîftyurek de girtin û ew desteser kirin.

Derbarê desteserkirina Çiftyurek de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Nusrettin Maçin ji Rûdawê re got: “Tîmên dije terora Amedê îro sibehê saet 05.00 operasyon birin ser mala Sinan Çiftyurek. Bi hinceta wergirtina îfadeyê ew desteser kirin.”

Nusrettin Maçin diyar kir ku hêj sedama desteserkirina wî nehate zanîn û biryar e îro saet 11.00 parêzgerên wî hevdîtinê ligel bikin.

Ev yek di demekê de ye ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmareke siyasetmedar û sivîlên ji rêzê bi hincetên ku li ser medyaya civakî li dijî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê derketine ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatine desteserkirin.

Di 11ê Cotmehê de KKPê ji yek ji wan Partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê ye ku bi daxûyaniyek hevbeş êrişa Tirkiye ya hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Eger heye ku Sinan Çiftyurek jî bi sedema helwesta partiya xwe û parvekirinên wî yên ser medyaya civakî hatibe desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst