Li Hesekê tov li cotkaran dabeş kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Çandiniyê li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê tov û dexlûdan li cotkaran dabeş kirin.

 

Rêveberiya Xweser ragihand ku Komîteya Çandiniyê li bajarê Hesekê, tov û dexlûdan li cotkaran dabeş kirin.


Di heman çarçoveyê de, danûstandin di nav Komîteya Çandiniyê de, li ser wê yekê hate kirin, ku eger weke sala par, bi sedema kêmbûna baranê ziyan bigihêje berhemê cotkaran, ew dê wan qerebû bikin.


Li gorî Komîteya Çandiniyê nirxê yek ton genim bi 160 hezar lîreyên sûrî ye, nirxê yek ton semam bi 200 lîreyên sûrî ye.