Zalmay Khalilzad: Milîsên Îranê êrişî Kerkûkê kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Berê yê Amerîka li Iraqê û siyasetmedarê navdarê wî welatî Zalmay Khalilzad li ser êrişa Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê peyamek da û ragihand: “Milîsên Supaya Pasdaran a Îranê êrişî Kerkûkê kirine.”

 

Zalmay Khalilzad di peyameke twitterî de destnîşan kir: “Milîsên Supaya Pasdaran a Îranê bi serpireştiya terrorist Mehdî Muhendis êrişî Kerkûkê kirine.”

 

Khalilzad di vê peyama xwe ya twitterî de ku bo Serokê Amerîkayê Donald Trump kiriye, Herwiha dibêje: “Raportên piştrastkirî amaje bi wê yekê dikin ku Heşda Şeibî tankên Abrahamas li dijî pêşmerge bi kar tîne ku ji aliyê Amerîkayê ve bo hêzên çekdarên Iraqê hatiye terxankirin. Kurdan pêwîstî bi hevkariya me ye li dijî piştevanîkirên Supaya Pasdaran. Aya pêwîst nake em wan tankan ji kar bixin daku em rêgir bin ji wê yekê ku ji aliyê wekîlên (nûnerên) Hêza Quds ve bihêne bikaranîn.”