Mihemed Hacî Mehmûd: Emê bersiva her êrişekê bidin

16-10-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kerkûk Iraq Heşda Şeibî Serxwebûn Mihemed Hacî Mehmûd
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Fermandeyê Pêşmerge Mihemedê Hacî Mehmûd ku niha bo parastina Kerkûkê ji êrişa Heşda Şeibî û hêzên iraqî li vî bajarî ye, ragihand ku ew destpêkerê şer nabin, lê belê dê bi tundî bersiva her êrişeke bo ser Kerkûkê bidin.

 

Mihemed Hacî Mihemed li Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand, ew bi ti awayî dest bi şer nakin, lê dê bi tundî bersiva her êrîşeke ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bo ser Kerkûkê ve bidin.

 

Mihemed Hacî Mehmûd got jî, hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û dê heta dawiyê berevaniyê di ber Kerkûkê de bikin.

 

Piştî saet 12:00ê şev ve hêzên Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê dest bi tevgerên leşkerî kirin û hewl dan ku ber bi bajarê Kerkûkê ve pêş bikevin, lê belê rastî rûbirûbûna hêzên pêşmerge hatin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand, ku li navçeya Pîşesaziya Kerkûkê ku dikeve nêzîkî bajarokê Taze Xurmato, şer di navbera hêzên iraqî û hêzên pêşmerge de dest pê kir.

 

Bi gotina peyamnêrê me, hêzên artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê şer dan destpêkirin û dest bi teqe kirin, ku hêzên pêşmerge bersiv dan êrişa wan.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha da xuyakirin, ku li gorî zanayriyên destpêkê hêzên pêşmerge 4 otomobîlên leşkerî yên hêzên Iraqê teqandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst