PSDK: Hêzên me li Başîqayê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarekê zêde ya pêşmergeyan bi serperiştiya Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmud gihîşt herêma Başîqayê ya Mûsilê.

 

Serokê Giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmud li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ji bo rizgarkirina Mûsilê hêzên wan gihîştiye herêma Başîqayê.


Mihemed Hecî Mehmud wiha got: “Pêşmergeyên bi ser PSDKê ve ji destpêka şerê DAIŞê ve ji bo parastina axa pîroz a Kurdistanê di sengeran de şerî dikin. Bi vê mebestê di nav de fermandar jî me çend pêşmerge şehîd dane.”




Ji 6 rêyên diçin Mûsilê 5 di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne. Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge dê ji 6 eniyan dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê bikin.