Sal diçin, pirsgirêka veguhastinê dimîne: Derdekî 30 salî

Hewlêr (Rûdaw) – Veguhastina giştî yek ji pirsgirêkên sereke yên li Herêma Kurdistanê ye.

Ev pirsgirêk zêdetirî 30 salan e berdewam dike.

Vê hefteyê fokûsa bernameya Legel Renc li ser veguhastina giştî ya Kurdistanê û bi taybetî li ser pirsgirêkên Silêmaniyê bû.

Birêvebirê Desteya Sendîkaya Şofêrên Silêmaniyê Azad Ehmed, Endamê Desteya Birêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Silêmaniyê Aram Baban, pisporê çûnûhatinê Helkewt Ebdullah, akademîsyen û endazyarê veguhastinê Bûrhan Mihemed û komeke şofêrên Silêmaniyê tevlî bernameyê bûn.

Li Silêmaniyê otobûsa 44 salî rêwiyan vediguhêzê

Azad Ehmed diyar kir ku li bajarê Silêmaniyê modêlên hinek otomobîlan 2014 de ye û bi kêrî veguhastinê nayên.

Her wiha Azad Ehmed behsa otobûsên Silêmaniyê jî kir û wiha got:

“Otobûsên me yên herî kevn ên salên 1980, 1982 û 1983yan in. Me çend caran xwest otomobîlan biguherin.

Sala 2009an ez bi xwe li sendîkayê bûm. Wê demê wekî sendîka me xwest ew otobûsên kevn bêne guhertin lê daxwaza me bi cih nebû.“

Di otobûsên kevn de klîma naxebitin û hundirê otobûsan dikele, otobûsên nû jî ji ber giraniya benzînê klîmayan venakin.

Ev rexneyên xelkê ne û xelk ji germahiya otobûsan gazinan dikin.

Li aliyê din, Aram Baban jî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dev ji pirsgirêka veguhastina giştî berdaye.

“Şofêrên otobûsan mehê 500 hezar dînarî qezenc nakin”

Aram Baban behsa rewşa aborî ya şofêrên otobûsan jî kir û wiha berdewam kir:

“Aniha di vê rewşê de yê herî zerermend, şofêrên otobûsan e, ew rojane 14 saetan dixebitin.

Heger biçin li cihekî bibin nobedar dê bêhtir pereyan qezenc bikin. Mehane 500 hezar dînarî qezenc nakin.”

Pisporê çûnûhatinê Helkewt Ebdullah jî behsa pirsgirêkên veguhastina giştî yên Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî gotina Helkewt Ebdulla ji ber çend sedeman li Herêma Kurdistanê veguhastina giştî bi cih nebûye.

“2 aliyên pirsgirêkê hene”

Helkewt Ebdulla amaje bi wan sedeman kir û wiha berdewam kir:

“Mercên veguhastina giştî hene, divê çend xetên veguhastinê hebin û demên veguhastinê diyar bin û silametî û tenduristiya rêwiyan were parastin.

Çareseriya pirsgirêka veguhastinê bi tenê ne li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, pirsgirêk dualî ye.

Pirsgirêk ne tenê li cem hikûmetê ye. Wekî nimûne, divê xetên otobûsan bên guhertin.

Eger sîstema otobûsan were guherandin û otobûsên 60 kesî li ser xetan bên danîn li cihê 60 otomobîlan dê otobûsek bixebite.

Heger ev tişt were kirin dê ev ji bo jîngehê jî baş be.

Helbet divê em behsa otobûsên nû bikin, wekî nimûne xwediyê otobûsê dibêje, 'min ev xeta otobûsê bi 30-40 hezar dolarên Amerîkî kiriye, ma ez dê dev jê berdim?!'

Divê mesele jî ev were çareserkirin.

Ji ber ku ew xwediyê wê xetê ne pêwîst e ew di wê xetê de kar bikin. Yan jî divê hikûmet alîkariyê bide şofêrên wisa. Yan jî hikûmet kar û meaşê bide wan.”

“Şofêrên otobûsan mehê 17 rojan dixebitin”

Akademîsyen û endazyarê veguhastinê Bûrhan Mihemed jî behsa silametiya rêwiyan kir û wiha got:

"Dema rêwî li otobûsê siwar dibe çend silamet e? Yan jî heta çend deqîqeyan digihê cihê xwe?

Ev hemû şert û merc in. Şoforên otobûsan rojê 35 hezar dînaran qezenc dikin. Bes şofêr mehê tenê 17 rojan dixebitin.

Sala 1999an li Silêmaniyê 43 hezar şofêr hebûn. Piştî guherînên li Îraqê 93 hezar otomobîl nû li parêzgehê zêde bûn.

Aniha li Silêmaniyê 721 hezar otomobîl hene. Ev amarên fermî ne.

Di 19 salên dawî de 600 hezar otomobîl li vî bajarê zêde bûne.”

Li gorî gotina Bûrhan Mihemed serê sibehê di nava ji sedî 40-50yê otomobîlên taybet ên Silêmaniyê de kesek heye.

Di nava ji sedî 30yê otomobîlan taybet ên Silêmaniyê de 2 kes hene û di nava ji sedî 17ê otomobîlan de jî 3 rêwî hene.

Heger şofêrek bixwaze otobûsa xwe ya kevn a di xeta veguhastinê de ye biguherîne pêwîst e 500 hezar dînarên Îraqî bide.

Li gorî zanyariyan rojane qezenca şofêran jî 35 hezar dînar e.

Ev jî bûye sedem ku 150-200 otobûsên kevn li Silêmaniyê tevî hemû metirsiyan rêwiyan veguhêsin.

Komek şofêrên otobûs û taksiyan jî tevlî bernameyê bûn û bangî hikûmetê kir.

Şofêran ji hikûmetê xwest ku guh bide pirsgirêkên wan û pirsgirêkên heyî çareser bike.

Çend amar li ser sektora veguhestina Silêmaniyê

Li gorî lêkolîneke ku li Zanîngeha Silêmaniyê hatiye kirin, sala 1999an nifûsa Silêmaniyê milyonek û 400 hezar kes bûye.

Aniha nifûsa Silêmaniyê bûye 2 milyon û 500 hezar kes.

Sala 1999an li Silêmaniyê di nava 100 kesî de bi tenê otomobîla 3 kesan hebû.

Aniha li Silêmaniyê di nava 100 kesî de otomobîla 37 kesan heye.

Li gorî amarên ku di lêkolînê de hatine berhevkirin, li Silêmaniyê hezar û 450 otobûs hene.

Şofêrên otobûsan ên Silêmaniyê rojane 35 hezar dînaran qezenc dikin.

Otobûsek mehê di navbera 13 û 20 rojan de kar dike, rojên din ên mehê jî şofêr ji kîsê xwe dixwe.

Hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebce) bi hev re ji sedî 25,5ê sermayeya giştî ya Îraqê pêk tînin.

Her wiha Herêma Kurdistanê ji sedî 14ê nifûsa Îraqê pêk tîne.

Li gorî amarên fermî, sala 1999an li parêzgeha Silêmaniyê bi giştî 43 hezar wesayît hebûn û sala 2005an ev hejmar derket 93 hezar wesayîtan.

Li Silêmaniyê di 19 salan de zêdetirî 600 hezar wesayît zêde bûne.

Li gorî pisporan di nava hejmara zêde ya wesayîtan de hin cureyên wesayîtan dibin sedema piraniya qezayên trafîkê yên li Silêmaniyê.