Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li Gareyê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Hogir Pîrosî û Mazlûm Partîzan 6ê Îlona 2023yan li Gareyê canê xwe ji dest daye.

HPGyê got, “hevrêyên me li herêma Gareyê di êrişa dijmin şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Hogir Pîrosî: Navê wî yê fermî Halîl Yîgît e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Mazlûm Partîzan: Navê wî yê fermî Muhammed Reşîd e û ew ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir ku Hogir Pîrosî sala 2016an “tevlî berxwedana xweparastinê ya li Silopiyayê bûye” û sala 2017an careke din li çiyê vegeriyaye.

Li gorî daxuyaniyê Mazlûm Partîzan jî sala 2016an berê xwe daye nav refên gerîlayan.