ENKSyê ji Tirkiyeyê xwest ku erka li Efrînê pêk bîne

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser rewşa Efrînê daxuyaniyek da û ji Tirkiyeyê xwest ku erka li Efrînê pêk bîne.

Efrîn sala 2018 ji aliyê Tirkiye û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve hatiye dagîrkirin, ji wê demê ve binpêkirin berdewam dikin.

ENKSyê di daxuyaniya xwe de got ku li Efrînê ji ber kiryarên çekdarên bi navê “Artêşa Niştîmanî”, rewşa mirovî, aborî, civakî û jîngehî têk çûye û guhertina demografîk tê kirin.

Li gorî daxuyaniya ENKSyê, çekdar bacên giran li ser sivîlan disepînin û dest datînin ser malan û rê nadin xelkê Efrînê vegerin cihê xwe.

ENKSyê her wiha da zanîn ku çekdaran ji bo her dareke zeytûnê 8 dolar li ser xwediyên wan ferz kiriye.

Çekdar welatiyên Kurd digirin, herî dawî ji gundê Kaxurê Idrîs Ebo girtiye û ji bo berdana wî daxwaza 11 hezar dolaran kiriye.

ENKSyê got jî divê Meclîsa Xwecehî ya Efrînê ji xelkê resen ê herêmê bê damezrandin.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin di 18ê Adara 2018an de dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.