Li Dêrsimê erdhej çêbû

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Pilemurî Erdhêj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pilemuriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyê çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro jî li Dêrsimê erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej li Pilemuriyê ya parêzgeha Dêrsimê saet 16:44an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,1 pile bûye.

AFADê her wiha destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Hat ragihandin ku piştî erdhejê bûyereke neyînî çênebûye û li ser wê yekê aliyên pêwendîdar nehatine agahdarkirin.

Parêzgarê Dêrsimê jî debarê erdhejê daxuyaniyek da û got:

“Zerer û ziyanên canî û malî nînin. Heta niha welatiyan jî tişteke neyênî negihandina saziyên pêwendîdar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst