Li Şirnexê 7 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Îlonê bi “hinceta PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên ser bi Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr ve operasyonek pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Şirnexê  bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 7 kes hatine desteser kirin.

Piştî kar û barên li ewlehiyê ew kes sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji wan 2 kes teslîmî beşên eleqedar hatin kirin, 2 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatin berdan.

Her wiha karên yasayî yên li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr yên 3 kesan jî dewam dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.