Rûdawê bernameya xwe ya hilbijartinê ragihand: Cîhan weşana Rûdawê çawa dibîne?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Tora medyayî ya Rûdawê bernameyên xwe yên ji bo pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dan nasandin / Wêne: Rûdaw
Tora medyayî ya Rûdawê bernameyên xwe yên ji bo pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dan nasandin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Kampanyaya Hilbijartinan Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê plana xwe ya ji bo hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşînê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Tora medyayî ya Rûdawê dê ji bo dema pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, çend programên taybet pêşkeş bike. 

Tora medyayî ya Rûdawê îro bi amadebûna konsulên welatan, dîplomat, nûnerên sendîkayan û kesên pispor bernameyên xwe yên ji bo pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dan nasandin.

Ji bilî Birêvebêrê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, konsûlên çend welatên jî di merasîma Rûdawê de axivîn.

Birêvebêrê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ragihand ku Tora Medyayî ya Rûdawê biryar daye ku bi awayekî profesyonel pêvajoya bangeşeya hilbijartinên Kurdistanê biweşîne.

“Hilbijartin ruhê demokrasiyê ye”

Ako Mihemed bal kişand li ser girîngiya hilbijartinan û got:

“Hilbijartin ruhê demokrasiyê ye. Parlamento jî eger karê xwe yê rasteqîne bike ew jî parêzvanê berjewendiyên xelkê û wî ruhî ye.

Parlamento ji bo hemû welatiyan bihêztirîn û girîngtirîn saziya çakkirinê ye.

Karên parlamentoyê û ragihandinê ne dûrî hev in. Ragihandin ji parlamentoyê re alîkar e û dikare li ser karên wê bibe çavdêr.”

“Rewşeke hestiyar derketiye holê”

Ako Mihemed da zanîn ku Rûdawê dê di dema kampanyaya hilbijartinê de ji bo hemû partiyên siyasî û namzedên serbixwe wekî hev dem veqetîne û got:

 “Nakokiyên tund ên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, rewşeke hestiyar û nîgeran di nav welatiyan de çêkiriye.

Nakokiyan jiyan û karên xelkê xistina nav nearamiyê.

Ji ber vê yekê Tora Medyayî ya Rûdawê biryar da ku di dema kampanyaya hilbijartinan de, bibe beşek ji diyaloga şarezayane.

Rûdaw namzedan han dide ku ew gotûbêjan li ser pêwistiyên xelkê bikin.”

Rûdaw dê ji bo namzedan derfetek be

Ako Mihemed diyar kir ku ekranên Rûdawê dê derfetekê ji bo namzedên partiyên siyasî û namzedên serbixwe çêbike ku li ser zemîneke saxlem dûrî êrişên şexsî gotûbêjên xwe bikin.

Bi gotina Ako Mihemed xelkê Kurdistanê dixwaze ku parlamentoyeke bihêz, jêhatî û şarezayane hebe û ew jî pêwîstiyek e ji bo pêşketina Kurdistanê û dabinkirina daxwazên xelkê.

“Ezmûneke baş a Rûdawê heye”

Ako Muhammed da zanîn ku ezmûneke baş a Rûdawê ya weşana hilbijartinan heye û got:

“Rûdaw dixwaze bibe platformek ji bo deng û namzedên cuda ku di zemîneke saxlem de daxwazên welatiyan gotûbêj bikin.”

“Hilbijartin ji bo rewabûna saziyan girîng e”

 

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî di bernameya Rûdawê de axivî.

Felah Mistefa got Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamên xwe de diyar dike ev hilbijartin çi qasî girîng e ku bikare rewabûna saziyên Herêma Kurdistanê vegerîne.

Felah Mistefa her wiha da xuyakirin ku Nêçîrvan Barzanî tekez dike ku nabe aliyên siyasî hevdû bişkînin.

“Dê çavê cîhanê li van hilbijartinan be”

Felah Mistefa wiha got:

“Wekî ku hûn jî dizanin dê çavê cîhanê li van hilbijartinan be.

Bi vê minasebetê saziyên me yên ku ev du sal in li ser rewabûna wan pirs hene dê rewabûna xwe bi dest bixin.

Bê guman saziyên ragihandinê dê di gihandina agahiyan de xwedî roleke mezin bin, helbet îmkanên wekhev ji bo partiyan jî pir girîng in.

Em dikarin şaristanî û rûyê pêşketî yê Herêma Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin.

Dema em ji sala 1992an ve lê binêrin, hûn dê bibînin ku civak û partiyên siyasî çawa pêş ketine.

Lê belê ez dixwazim diyar bikim ku ji bo partiyên siyasî dakevin kolanan û li gorî modernîteyê siyasetê bikin, rêyek dirêj li pêşiya me ye.”

Amerîka: Em piştevaniya demokrasiya Herêma Kurdistanê dikin

 

Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Steve Bittner jî di merasîma Tora Medyayî ya Rûdawê de amade bû.

 Steve Bittner got ku ew piştevaniya aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê dikin, dixwazin ku hilbijartin û bangeşe bi aramî bên kirin.

Steve Bittner got:

“Ez hêvî dikim ku ew gotûbêj û dîbeytên Rûdawê dê bibin beşeke girîng a serkeftina heyama kampanyayên hilbijartinê.

Ev yek jî prensîbeke sereke ye ji bo demokrasiyeke bibandor.

Nîqaşên bi vî renngî dê namzedan han bide û her wiah dê derfetê bide wan ku behsa karên paşeroja xwe bikin.

Di heman demê de wê xelkê teşwîq bike ku beşdarî dengdayînê bibe.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê bal kişand ser girîngiya gihandina zanyariyan û got:

 “Bê guman weşanên medyayî ya hilbijartinan amûreke girîng e ji bo agahdarkirina xelkê.

Bidestxistina agahiyan mafê her kesê ye ku Neteweyên Yekbûyî her sal roja 28ê Îlonê wekî Roja Cîhanî ya Gihîştina Agahiyan diyar kiriye.

Medya roleke sereke di belavkirina agahiyên de û hişyarkirina xelkê de dilîze lê ji bo ku vê yekê bike divê ew karibe bi azadî li agahiyan wergire.”

Steve Bittner her wiha hêvî xwest ku weşaneke baş a kampanyayên hilbijartinan bibînin û ti hewla rêgirtinê ji bo rojnamegeran çênebe.

Wî got jî Amerîka piştevaniya zemîneke dike ku hemû rojnamger bê tirs, bê cudahî û bê çewsandin kar bikin.

Herî dawî jî  Steve Bittner got ku welatî li Herêma Kurdistanê piştevaniya bicihkirina tam a yasaya rojnamegeriyê dike. 

Brîtanya: Medyayê roleke girîng heye

 

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Bizley jî yek ji beşdariyên merasîma Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Andrew Bizley jî anî ziman ku ew hêvî dikin ku namzed bikarin roleke baş bibînin ku zanyariyan bigihînin raya giştî.

Bizley her wiha tekez li ser rola medyayê kir ku bikare di kampanyaya hilbijartinan de aktîv be û bi taybetî hişyar be ku nebe sedema aloziyan.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Bizley derbarê rola medyaya bêalî û profesyonel a di dema kampanyaya hilbijartinê de got:

“Ev pêvajo hemû li ser ragihandina nûçeyên bêalî û serbixwe ye da ku zanyariyên pêbawer bên pêşkêşkirin.

Divê namzed û partî xwe ji gotinên xwe û karên ku dikin berpirs bizanin.

Medya di nehiştina belavkirina zanyariyên şaş de roleke sereke dilîze û alîkariya mirovan dike ku rastiyan bi dest bixin.”

Andrew Bizley her wiha behsa rola Tora Medyayî ya Rûdawê kir û got:

“Rola saziyên medyaya kevneşopî yên wekî Rûdawê di berjewendiya giştî de di nehiştina agahiyên derewîn de gelekî girîng e.”

Fransa: Çavê me dê li Rûdaw be

 

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî beşdarî heman merasîma Rûdawê bû.

Yann Braem jî got ku wekî Fransa ew her dem piştevaniya Îraq û Herêma Kurdistanê dikin û ew dixwazin herêm aram be.

Yann Braem herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nîşan da.

Yann Braem got:

“Em piştgiriya azadiya derbirînê û cihêrengiyê dikin û bê guman medya di vê çarçoveyê de roleke sereke dilîze.

Ji bo ku rojnameger karê xwe bikin divê pêbaweriya agahiyan û pisporiya rojnamegeran bê parastin.”

Derbarê bernameyên Rûdawê jî Yann Braem got:

“Wekî hemû dîplomatan, em li bendê ne ku bernameyên Rûdawê temaşe bikin û nîqaşan analîz bikin.

Gelek sipas. Ez ji bo hefteyên pêş serketinê dixwazim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst