Bangeşeya hilbijartinan kengî dest pê dike?

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Neberd Umer Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Îraqê Hakim Umer Ehmed Hewlêr Dihok Silêmanî Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Neberd Umer diyar kir ku dawiya vê hefteyê yan jî destpêka hefteya bê bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê dike.

Serokê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê yê Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Neberd Umer ji Rûdawê re axivî.

Neberd Umer behsa roja destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û wiha got:

“Encûmena Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê dawiya vê hefteyê dê bicive û biryara roja destpêkirina hilbijartinê bide."

Piştî pêdaçûna Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê biryar e Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê navên namzedan pesend bike.

Piştî pesendkirina navên namzedan ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan Îraqê ve bi rojekê dê pêvajoya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê bike.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Îraqê Hakim Umer Ehmed jî 14ê Îlonê ji Rûdawê re eşkere kiribû ku dê maweyê bangeşeya hilbijartinê ji mehekê kêmtir be.

Li gorî gotina Umer Ehmed, roja destpêkirina bangeşeya hilbijartinê dê di navbera 20 – 25ê mehê de were diyarkirin.

18ê Çiriya Pêşînê dê hilbijartina taybet û 20ê mehê jî dê hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê were kirin.

Mafê 2 milyon û 899 hezar û 578 kesî yê dengdanê heye. 2 milyon û 683 hezar û 618  kes dengderên giştî û 215 hezar û 960 kes jî dengderên taybet in.

Hilbijartin dê li hezar û 431 navendên dengdanê were lidarxistin. Hezar û 266 navendên dengdana giştî ne û û 165 navendên dengdana taybet in.

Li gorî nexşerêya ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê ve hatiye pesendkirin navêndên dengdanê yên navçe û parêzgehên Herêma Kurdistanê wiha ne:

Parêzgeha Hewlêrê

- Navendên dengdana giştî: 498

- Navendên dengdana taybet: 62

Parêzgeha Silêmaniyê

- Navendên dengdana giştî: 477

- Navendên dengdana taybet: 57

Parêzgeha Dihokê

- Navendên dengdana giştî: 264

- Navendên dengdana taybet: 33

Parêzgeha Helebceyê

- Navendên dengdana giştî: 27

- Navendên dengdana taybet: 1

Lil van parêzgehan navendên dengdana taybet tên danîn:

- Nînowa: 4 navend

- Bexda: 3 navend

- Kerkûk: 1 navend

- Enbar: 1 navend

- Selaheddîn: 1 navend

- Diyale: 1 navend

- Wast: 1 navend

Hezar û 198 namzedên serbixwe, namzedên pêkhateyan û namzedên partiyên siyasî dê ji bo bidestxistina 100 kursiyên parlamentoyê rikeberiyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst