LÊPIRSÎNA NARÎNê - Hediye Guran sewqî dadgehê hat kirin

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Lêpirsîn Amed Hediye Guran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tohmetbara bi navê Hediye Guran, piştî îfadeya li cendirmeyan sewqî dadgehê hat kirin.

 Lêpirsîna doza kuştina Narînê Guranê berdewam dike û jinapa Narînê Guranê ya bi navê Hediye Guran jî wekî tohmetbar hatibû desteser kirin.

Hediye Guran hevjîna mamê Narîn Guranê yê bi navê Fuat Guran e.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya derbarê kuştina Narîn Gurana 8 salî de berdewam dike.

Narîn Guran li gundê Çûliyê  yê navçeya Rezana Amedê  21ê Tebaxê wenda bûbû û cesedê wê 8ê Îlonê di nav çem de hatibû dîtin.

Hediye Gurana ku 13ê Îlonê hatibû desteserkirin, li baregeha cendirmeyan karên yasayî yên derbarê wê bi dawî bûn.

Hediye Gurana jinmama Narînê ye, ji aliyê dadgeriya sulh û cezayê ya nobedar ve ji ber sûcê "jinavbirina delîlên sûcê" hatibû desterserkirin.

Hêzên ewlehiyê Hediye Guran piştî temambûna miemeleyên li baregeha cendirmeyan şand edliyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst