Wan bûye navendeke girîng a geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, heta niha jî mazûvaniya geştyaran dike.

Piraniya geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistan diçin Wanê û ew di nava rojê de li cihên dîrokî yên bajêr digerin li sûka bajar jî tişta dikirin.

 Her wiah di beleman de li nava Gola Wanê jî digerin.

Geştyar şevan jî beşdarî ahengan dibin û demeke xweş derbas dikin.

Geştyar dibêjin ku xelkê Wanê gelekî baş wan pêşwazî dikin û wan jî gelekî ji bajarê Wanê hez kiriye.

“Wan gelekî xweş e”

Geştyareke Îranî got:

“Wan gelekî xweş e, kêfa min gelekî jê re hat. Em li Wanê geriyan, me tişt kirîn û em beşdarî ahengên şevê bûn, gelekî xweş bû.”

Li Wanê bi giştî derdora 200 hotêlan hene ku geştyaran pêşwazî dikin.

Biha jî li gorî bajarên geştyarî yên Tirkiyeyê erzantir in.

Hatina geştyaran a zêde dilê esnafên Wanê xweş kiriye û niha piraniya hotêlên bajêr tijî ne.

Hotêl tijî bûne

Sekretera Giştî ya Komeleya Hotêlvanên Wanê Ebru Yeşilagaçê got:

“Asta tijîbûna hotêlan vê demê ji sedî 90 e, ev yek me kêfxweş dike.

Lê tevahiya salê rewş ne bi vî awayî ye. Yek ji sedemên wê yên bingehîn, hotêl û avahiyên qeçax e ku bi kirê didin geştyaran hene.

Em ji rayedaran dixwazin ku çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin.”

Parêzgeha Wanê bi qasî 534 kilometreyan bi Îranê re hevsînor e.

Li gorî amarên fermî, di 6 mehên ewil ên 2023yan de 328 hezar û 172 geştyarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne Wanê.

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de 431 hezar û 938 geştyar ji wî welatî Wan ziyaret kirine, ku di van salên dawî de hejmara herî zêde ya geştyaran e.