Galeriya wêneyan

8 demjimêr berê
13 Photos

Nêçîrvan Barzanî li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarî Serokê Partiya Demokrat a Kirdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Akrê bi berpirsên rêxistina PDKyê ya Akrê û birêvebirên îdarî yên navçeyê re civiya.

Li gorî daxuyaniyê  di civînê de behsa kar û erkên rêxistinên PDKyê yên li Akrê û Berdereş û navçeyên derdora wê hat kirin.

Di civînê de amaje bi amadehiyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat hat kirin û tekezî li ser xebatên kadro û rêxistinên PDKyê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de behsa çanda pêkvejiyan û hevdu qebûl kirinê, rol, amadehî û pêgeha herêmê ya di şoreş û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî behsa amadehiyên hilbijartinan jî kir û eşkere kir ku serkeftina hilbijartinê serkeftina Herêma Kurdistanê ye.