Zarokistanên Amedê: ’360 zarok bi Kurdî tên perwerdekirin’

8 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Zarokistan
Zarokistan
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zarokistan Perwerdeya Kurdî Kurmancî Kirmanckî/Zazakî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Amedê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de 2 zarokistan hatin vekirin.

Li zarokistanan ders bi du zaravayên sereke yên Kurdî têne dayîn.

Beriya 8 salan Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm danî bû ser şaredariyê û hemû navendên çand û hunerê û zarokistanên şaredariyê hatibûn girtin.

Bi girtina zarokistanan û navendên hunerê perwerdeya Kurdî li navendên şaredariyê bi dawî bûbûn.

Piştî 8 salan cara yekem e ser û çavên zarokên ku bi Kurdî mezin dibin ev qasî dikene.

Zarok bi Kurmacî û Kirmanckiyê (Zazakî) perwerdeyê distînin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2 navçeyan baxçeyên zarokan ango zarokistan vekirine

Zarok bi coş û peroşeke mezin dest bi perwerdehiya pêşdibistanê kir.

Li Zarokistanan gelek mamosteyên Kurdî ku di dema qeyûman de ji kar hatibûn avêtin, bi vekirina zarokistanan careke din vegeriyan ser karê xwe.

Ew dê dîsa wekî berê di gelek beşan de jiyana zarokan bi Kurdî bixemilînin.

Zuleyha Ozdogan mamosteya zarokistanê ye û ew wiha behsa naveroka perwerdeya zarokan dike:

“Zûgotinok, stran, leyîstik, çîrok, lîstikên baxçeyan, atolyeyên me hene, dersên me yên branşê hene, dersên me yên Îngilîzî hene, drama hene.“

Li gorî rêveberên Şaredariya Amedê, di demên pêş de ew dê hejmara zarokistinan zêdetir bikin.

“Hem zarok û hem malbatên wan kêfxweş in”

Serokê Daîreya Xizmetgûzariya Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serkan Demîrkiran behsa projeyên şaredariyê yên perwerdeyê kir û wiha got:

“Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de 2 zarokistanên me hene. Li ya Bagcilarê 200 û li ya 450 Evlerê jî 160 zarokên me hene.

Bi giştî 360 zarokên me hene. Em wan hemûyan perwerde bikin.  Hem dê û bav û hem jî zarok bi perwerdehiya zimanê xwe kêfxweş in. “

Dê û bavên zarokan eşkere dikin ku ew ji bo dersa Kurmancî û Kirmanckî zarokan dişînin zarokistanê.

Li gorî gotina hin dê û bavan ew li malê jî bi Kurdî dipeyivin lê dixwazin zarokên wan li nava hevalên xwe jî bi Kurdî bipeyîvin û bi başî fêrî Kurdî bibin.

Ne tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, gelek şaredariyên ku niha di destê DEM Partiyê de ne dixwazin vê modêla zarokistanan li bajar û navçeyên xwe jî pêk bînin.

Hinekan îsal dest pê kir, hinekên din jî dê sala bê dest pê bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst