DÊRSIM - Pîreke 80 salî 4 sal in bê elektrîk e: ‘Ez çend caran ketim!’

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê pîreke 80 salî 4 sal in bê elektrîk dijî.

Kompanyaya elektrîkê bi hinceta ku destûra wê ya bikaranîna avahiyê nîne xeta elektrîkê nade mala Cemîle Çelîka 80 salî.

Pîra ku 4 sal in bê elektrîk dijî daxwaza çareseriyê dike.

Cemîle Çelîk sala 2020an li taxa Yeniyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji xwe re xaniyek lêkir û piştî ku kelûpelên xwe temam kirin li wê malê dest bi jiyanê kir.

Bi hinceta ku wê destûra bikaranîna avahiyê wernegirtiye xetên av û elektrîkê ji mala Cemîle Çelîkê re nehatin kişandin.

Ji ber nebûna elektrîkê pîra ku bi tenê dijî mala xwe bi findan ron dike û nikare kelûpelên elektronîk ên wekî sarinc, cilşo û firinê bi kar bîne.

Cemîle Çelîk her wiha ava vexwarin û paqijkirinê jî ji mala cîranên xwe dabîn dike.

Cemîle Çelîk bi rêya Rûdawê bang dike û dixwaze çareseriyek jê re were dîtin.

Pîra 80 salî ya ku bê elektrîk dijî Cemîle Çelîkê li ser rewşa xwe got:

“Ev 4 sal in ez di bin vî banî de bê elektrîk û bê av dijîm.

Ez pîr im, 80 salî me, ez her tiştî bi destên xwe dişom, ne av heye û ne jî elektrîk.

Ji ber tarîtiyê ez çend caran ketim û min çoka xwe şikand.

Ez nikarim bifetilim, min ev xanî bi zehmetî û deynên mezin lêkir.

Ez bi tena serê xwe li vê malê bê elektrîk dijîm.

Demkî be jî bila çareseriyekê bibînin, bila ji cihekî elektrîkê bidin min.

Li vir gelek xanî piştî xaniyê min hatin çêkirin, abonetî dane wan, çima nadin min?”