Li Wanê di mehekê de 12 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

16-09-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, meha Îlonê bi “hinceta PKKyê” 12 kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, di navbera 1ê Îlonê û 15ê Îlonê de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” tîmên wan çend operasyon kirine.

Hat ragihandin ku li Wanê di navbera 1ê Îlonê û 15ê Îlonê de di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 12 kes hatine desteserkirin.

Derbarê kesên hatine desteserkirin de karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst