Jîna çû lê 'Jin, Jiyan, Azadî' ma

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî Jin Jiyan Azadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jîna Emînî 13ê Îlona 2022yan ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve “ji ber ku cil û bergên wê ne li gor yasayên Îranê ne” bi awayekî nerewa, hat desteserkirin.

Keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan 3 rojan piştî ku bi şkenceyê hat desteserkirin, canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Jîna Emîniyê 17ê Îlona 2022yan li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû veşartin.

Piştî ku Jîna Emîniyê canê xwe ji dest da, destpêkê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û piştrê li Îranê bi hezaran kes derketin derve û Îran bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hat şermezarkirin.

Her ku desthilata Îranê zordestiya xwe zêde dikir, xwepêşanderan jî bêhtir daxwaza azadiyê kir.

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî demeke veguherî bangên ji bo nehiştina rejîmê.

Di duyemîn salvegera kuştina Jîna Emîniyê de, li Seqizê û bajarên derdorê, dikandaran dikanên xwe girtin.

Hêzên ewlehiyê ji bo rêgiriya li xwepêşandanan li herêmê hatine bicihkirin û rêyên ku diçin ser gora Jîna Emîniyê jî hatine girtin.

Jinên Kurd bûne pêşeng

Di xwepêşandanan de jinan bi rakirina desmalên xwe rola pêşeng lîst.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes hatin girtin, bi sedan kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin kuştin.

Bi sedan xwepêşanderên ku hatin girtin cezayê darvekirinê li wan hat birîn.

Jîna Emînî hêjayî xelata Sakharovê hat dîtin

Keça Kurd Jîna Emînî û Tevgera "Jin, Jiyan, Azadî"yê hêjayî xelata Azadiya Raderbirînê ya Sakharovê hatin dîtin.

Xelata Azadiya Raderbirînê ya Sakharovê xelateke salane ye ku ji sala 1988an ve salane didin parêzvanên azadî û mafên mirovan.

Xelat li ser navê fîzîknas û penaberê siyasî yê Sovyetê Andrey Sakharov e.

Jîna Emînî jî ji aliyê 3 grûpên Parlamentoya Ewropayê ve wekî berbijêr hatibû destnîşankirin.

Di nav fînalîstan de yek ji kesayetên sembolîk ên têkoşîna parastina mafên mirovan a li Nikaraguayê ya bi navê Vilma Nunez de Escoricia û metranê Dêra Katolîk a Romayê Rolando Alvarez, her wiha sê jinên ku ji Polonya, El Salvador û Amarîkayê jî ji ber têkoşîna xwe ya “kurtaja bêpere, bi ewle û yasayî” cih girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst