Hewlêr (Hewlêr) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bû şahidê mehra Azad Kilinçaslan û Nurhan Îlhanê.
Azad Kilinçaslanê kurê berpirsê berê yê rêxistina CHPyê Mehmet Kilinçaslan û Nurhan Îlhanê daweta xwe li navçeya Qoserê li holeke dawetê kir.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî çû daweta wan û bû şahidê mehra Azad û Nurhanê.
Ozgur Ozel hevjînên ciwan pîroz kirin û got ku şahidiya mehsa Azad û Nurhanê ji bo bû serbilindî ye.
Ozel diyar kir ku her du jî parêzerên serkeftî ne û Azad sekreterê bajêr ê partiyan wan e.
“Mêrdînî dê dengê xwe jî bidin”
Serokê Giştî yê CHPyê anî zimên ku ew rastî eleqeyeke zêde hatine û got, “Bi qasî ku ez fêhm dikim dê Mêrdînî êdî ne tenê silavê bidin me, dê dengê xwe jî bidin.”
Ozgur Ozel paşê bi bûkê, zava û vexwendiyan re govend gerand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse