Li Geverê du birayan bi derfetên xwe otomobîlek çêkir

16-09-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Otomobîl
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, du birayan bi derfetên xwe otomobîlek çêkir.

Eger derfet hebin ciwanên Kurd dikarin gelek karên serkeftî bikin.

Mînaka wê jî du birayê Geverî ne. Mehmet Elî û Mûsa qet zanîngeh nexwendine lê wan bi endezyariyeke balkêş otomobîlek çêkir.

Her du birayên ku li Geverê dijîn, ji zarokiya xwe heta niha xewna wan çêkirina otomobîlekê bûye.

Ew niha gehiştine xewna xwe. Wan otomobîl bi temamî ji kelûpelên bermayî amade kiriye.

Wekî mercedesê hatiye dîzaynkirin

Otomobîl li gorî modeleke mercedesê hatiye dîzyankirin û keresteyê pêwîst jî her ji aliyê her du ciwanan ve hatine komkirin.

Motora wê ji dînamoyekê, qaîdeya wê jî ji dingilên tekerên otomobîleke din pêk tê.

Teker ên çeqeçeqê ne û sîstema eletirîkê bi 6 akûyan hatiye temamkirin.

Elektrîka akûyan, bi saya înventoran tê kontrolkirin.

Otomobîl bi temamî bi endazyariya her du birayên ji Gevera Colemergê hatiye çêkirin.

“Rêyên ku otomobêlên din nikarin tê de biçin em pê tên û diçin”

Çêkerê otomobîlê Mehmet Elî Yilmaz got:

“Ji me re seyareyek lazim bû, me jî Mercedes dît û me got em jî ji xwe re seyareyekê çêkin.

Çêkirina erebeyekê ji berê de xeyala me bû. Me digot em ji xwe re erebeyekê çêkin.

Me hemû bi xwe çêkiriye, parçeyên pêwîst hindek me li vir peyda kirin ên din me ji derve xwastin.

Hê jî kêmasiyên wê mane. Em li serê kar dikin. Dê bibe erebeyeke temam.

Zivistanê bê zincîr rêyên ku erebeyên din nedikarîn biçin em pê tên û diçin. Erebeya rastî jî weke erebeya me naçe.”

Bavê Mehmet Elî û Mûsa jî hosteyekî seyareyan e malbat zêdetirî 35 sal in li Geverê karên mekanîk û temîrkirina seyareyan dike.

Di fikra her du birayan de demeke dirêj e çêkirina seyareyekê hebûye.

Wan her du ciwanan tenê heta lîseyê xwendine lê xîret û xeyala wan bû sedem ku ew bikarin seyarekê bi keresteyên bermahiyan çêkin.

“Me bi destê xwe çêkiriye loma ji bo me gelekî tamtir e”

Çêkerê otomobîlê Musa Yilmaz jî wiha got:

“Fikra me fikrek baş bû, dibe ku seyareyek nû kêfa wê nebe lê tiştekî ku mirov bi destê xwe amade kiribe kêfa wê zêdetir e.

Me bi destê xwe çêkiriye loma ji bo me gelek tamtir e. Em dixwazin dîzayna wê li gorî xwe çêkin.

Tiştên ku em dixwazin lê zêde bikin, em karê xwe pê dikin em diçin kar.

Em bi vî karê xwe serfiraz in û xelk jî gelek jê hez dike. Wêneyên xwe pê re dikşînin û dibêjin we karekî gelekî xweş kiriye.”

Otomobîla ku bi destê ciwanên Kurd hatiye çêkirin bi saya fîşekî tê şarjkirin.

Otomobîl seatê heta 50 kîlometreyî diçe û careke şarja wê jî nêzîkî 40 xulekan têre dike.

Plana her du biryaran ew e ku ew leza otomobîlê û dema şarjê zêdetir bikin û ji bo wê yekê jî pêwîstî wan bi alikariya darayî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst