Li Amedê bi çekan pev çûn: 3 kes birîndar bûn

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di pevçûna biçek de bav û kur û her wiha kesekî din birîndar bûn.

Li Sûka Şewitî ya dîrokî ya navçeya Sûra Amedê di navbera esnafan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Esnaf piştî nîqaşê pev çûn û di encamê de A.Syê 58 salî kurê wî O.Syê 22 salî û kesekî bi navê S.Yyê 58 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.

Polîsan ji bo desteserkirina gumanbarê ji cihê bûyerê revî dest bi xebatan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst