Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê civiyan

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Balyozê Brîtanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir.

Hat diyarkirin ku her du aliyan çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de gotûbêj kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna her du aliyan daxuyaniyek belav kir û got:

“Guftûgo li ser çareserkirin pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hatin kirin.

Serdana hefteya borî ya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê û civîna bi her sê serokatî û aliyên siyasî yên Îraqê ya li ser dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî gaveke erênî ji bo çareserkirina pirsgirkan hate nirxandin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku mijareke din a civînê jî "girîngiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê" bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst