Konsulxaneya Îranê derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Dema rêkeftinê nayê dirêjkirin

17-09-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Pêşmerge Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Ofîsa Konsulxaneya Giştî ya Îranê ya li Hewlêrê Seyîd Haşimî ragihand ku ew li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera Tehran û Bexdayê de rijd in û dema wê dirêj nakin.

Îran û Îraqê 19ê Adara  îsal  ji bo bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdisatanê yên li Herêma Kurdistanê rêkeftinek îmze kiribû.

Li gorî rêkeftinê, divê hemû partiyên Rojhilatê Kurdisatanê yên li Herêma Kurdistanê, heta 19ê Îlona îsal wate piştî 3 rojên din bêne bêçekkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê beriya niha bi bîr xistîbûn ku rêkeftin di 19ê Îlonê de bi dawî dibe û ew dem bi ti awayî nayê dirêjkirin. 

Wezîrê Karên Derve ya Îranê herwiha diyar kiribû ku wan ev yek ji Îraqê û Welatên Navneteweyî re jî ragihandiye.

Rêveberê Ofîsa Konsulxaneya Giştî ya Îranê ya li Hewlêrê ji Rûdawê re axivî:

“Di hinek medyayên Kurdî de hatiye gotin ku ev pêvajo hatiye dirêjkirin. Ev nûçe ne rast in. Komara Îslamî ya Îranê di cîbicîkirina rêkeftinê de bi israr e. 19ê Îlonê rêkeftin bi dawî dibe.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, roja 13ê Îlonê baregehên partiyên Kurdistanî hatin valakirin û kampên bajarokê Sîdekan û devera zozana Zînê ya navçeya Soranê ya Hewlêrê radestî hêzên nobedarên sînor ên Îraqê hatin kirin.

“Em ji sînoran dûr ketine”

Berpirsyarekî bilind yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ji Rûdawê re got: “Ti hêzeke me ya leşkerî li navçeyên sînorî nemaye û ew vekişiyane. Ew ji deverên sînor gelekî dûr ketine.”

Îraq û Îranê 19ê Adarê li Bexdayê rêkeftinek derbarê ewlehiya sînorên  navbera her du welatan de îmze kiribûn.

Rêkeftin navbera Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Asayîşa Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî de hatibû îmzekirin.

Ew rêkeftin  li dijî partî û rêxistinên kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên Herêma Kurdistanê hatibû îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst