Encûmena Ewlehiyê ya Kurdistanê: Emîrekî DAIŞê hat girtin

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Encûmena Ewlehiyê ya Kurdistan Emîrê DAIŞê Zêdan Ehmed Matar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku emîrekî DAIŞê yê bi navê  Zêdan Ehmed Matar hatiye girtin.

Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di operasyoneke taybet a wan de Zêdan Ehmed Matar ê bi nasnavê Ebû Leyla hatiye girtin.

Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, ligel daxuyaniyrkê dîmenên li xwe mikurthatinê ya wî emîrê DAIŞê belav kir.

Li gorî daxuyaniyê ew kes bi piştgiriya îstîxbaratê 6ê Îlonê hatiye girtin û destê wî di gelek kiryarên teroristî de hebûye.

Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew kes emîrê wîlayeta Dîcleyê bû û li Çiyayê Qereçûx li ser erkê xwe bû.

Hat ragihandin ku Zêdan Ehmed Matar sala 2014an li navçeya Şergatê parêzgeha Selahedînê ya Îraqê tevlî DAIŞê bûye.

Ew di salên piştre de jî li navçeyên Mexmûr, Qereçûx û Qerejdaxê li dijî pêşmergeyan beşdarî şer û pevçûnan bûye.

Di daxuyaniyê de îtirafên emîrê DAIŞê jî cih girt.

Zêdan Ehmed Matar dibêje ku di şerê li Qereçûx de birîndar bûye.

Wî herwiha da zanîn ku xwe li Çiyayê Qereçoxê veşartiye û dema li wir bû êrîş birine ser pêşmergeyan û ji bo fîdye welatî revandine.

WÎ emîrê DAIŞê di heman demê de anî ziman ku ji bo kuştina zavayê xwe ferman daye.

Matar destnîşan kir ku Hêzên Pêşmerge sala 2023yan li Çiyayê Qereçûxê operesyonên xwe zêde kirine û ji ber vê yekê nekarîne xwe veşêrin.

Matar got wan 2 kesên ku ji bo masîgiriyê çûbûn herêmê revandine û wan yek ji kuştiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst