Li Efrînê teqînek çêbû: Kuştî û birîndar hene

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku di maleke nêzîkî Dewara Maratê ya bajarê Efrînê de teqînekê rû da.

Di wê malê de çekdarên grûpa Ehrar El-Şamê hebûn.

Li gorî heman çavkaniyan,  çekdaran di wê malê de teqemenî amade dikirin û bi wan de teqiya ye.

Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînê de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Navê yek ji miriyan hatiye Eseed Barûdî ye û ew fermandarekî grûpa Mihemed el-Fatihê yee.

Li gorî zanyariyan, di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst