Meletî: 9 avahiyên ku di erdhejê de zerer gihiştibû wan hatin hilweşandin

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê 9 avahiyên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtibûn bi teqemeniyan hatin hilweşandin.

Di erdhejên 6ê Sibatê de li parêzgeha Meletiyê zerareke zêde gihîşt zêdetirî 36 hezar avahiyan ku divê hemû jî bên hilweşandin.

Heta niha 6 hezar ji wan avahiyan hatine hilweşandin lê beşeke wan gelekî bilind in û amûrên pêwîst nînin ku bên hilweşandin.

Ji ber wê biryar hatiye dayîn ku avahiyên ji 7 qatan bilindtir dê bi teqemeniyan bên hilweşandin.

Di vê çarçoveyê de roja Înê li navçeya Yeşîlyurtê ya Meletiyê 9 avahiyên 15 qatî bi hev re ji aliyê pisporan ve bi hezar û  600 kîlogram teqemenî û 30 hezar kapsûlan hatin hilweşandin.

Di çend kêliyan de her 9 avahî bi erdê re bûne yek û bajar di bin toz û dûmanê de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst