Kurê Musa Anter ji bo doza bavê xwe bi Kiliçdaroglu re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter, Dîcle Anter piştî hevdîtina bi Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu re ragihand, wî doza bavê xwe emanetî Kiliçdaroglu kiriye.

Di demekê de ku tenê 5 roj mabûn dema qanûnî ya doza kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter bi dawî bibe û doz ji ber derbasbûna demê were hilweşandin, 6mîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê duh Pêncşembê derbarê dozê de civiya.

Lê di dadgehê de ti biryarek derneket û rûniştina doza Musa Anter bo 21ê Îlona 2022an ango rojek piştî dema qanûnî ya dozê hat paşxistin.

Piştî paşxistina rûniştina dozê, kurê Musa Antr, Dîcle Anter serdana Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û bi wî re têkildarî doza bavê xwe gotûbêj kir.

Dîcle Anter piştî hevdîtinê di daxuyaniyekê de ragihand, “Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê, bi nedana biryarekê di vê rûniştina dawî de, doz bo polîtîkaya bê cezayiyê hate mehkumkirin. Ji îro û şûn de di warê hiquqî de ti hêviya me ji dozê nemaye.”

Dîcle Anter herwiha behsa civîna dadgehê kir û got, “Min di civîna îro de, daxwaz kir ku dewlet rûbirûyî kuştinên biker nediyar û kesên di dema desteserkirinê de hatine windakirin û îşkencekirin bibe. Herwiha bikerên wan tawanan bên dîtin û cezakirin. Herwiha min daxwaz kir ji bo ku ev êş neyên jiyankirin, reformên pêdivî bên kirin û mekanîzmaya dadê bi temamî kar bike.”

Kurê Musa Anter, Dîcle Anter amaje bi wê yekê kir ku wî doza bavê xwe emanetî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kiriye û diyar kir, “Min doza bavê xwe bi daxwaza gerdenazadkirinê emanetî Kiliçdaroglu kir ku dibêje ez li cem  wan hemû kesan im ku li welat li  dadê digerin. Min hêviya xwe bo rêya wî ya ku dibêje ez dê vî welatî lihev bînim û aştiya civakî pêk bînim anî ziman.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li ser twittera xwe ragihandiye, “Em bi Dîcle Anter kurê Musa Anter re ku 30 sal berê hat kuştin, hatin cem hev. Ji cinayetê re derbasbûna dem tune ye. Yek ji şertên helalkirinê, birînên vekirî ye. Ji bo kevandinê; her ku diçe, divê em rastiyê derxînin holê.”

Musa Anter roja 20 Îlona 1992 li Taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê tê dîtin, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Roja 20ê Îlona 2022ê 30 salên dosyeya kuştina nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter ji aliyê JÎTEMê ve ku hêzek nihênî ya dewleta Tirkiyê di salên 90ê de bû, tije dibin û eger heye ji ber dembiserçûnê ew doz hilweşe.