HPGê ragihand: Fermandara YJA Starê 'Gamze Laçîn' canê xwe ji dest da

16-09-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan HPG PKK YJA Strar Gamze Laçîn Amara Ronahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê çekdarî yê PKKê, HPGê ragihand ku endameka wan û Fermandara YJA Starê “Gamze Laçîn” a bi nasnava “Amara Ronahî” di êrîşa hêzên Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku ew fermandara YJA Starê di meha Tebaxa 2022an de li navçeya ku PKKê navê “Herêmên Parastinê yên Medyayê” lê kiriye, canê xwe ji dest daye.

Fermandara YJA Starê “Gamze Laçîn” a bi nasnava “Amara Ronahî” bi esil xelkê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê bûye û li bajarê Mêrsîn ê li başûrê Tirkiyê ji dayik bûye.

HPGê herwiha diyar kiriye, Amara di sala 2011an de li parêzgeha Erziromê tevlî refên PKKê bûye û di sala 2014an de li dijî DAIŞê tevli şerê berxwedana Kobanî bûye.

Bavê Gamze Laçîn, Mehmet Laçin berê çend caran li bajarê Îzmîrê li ber avahiya HDPê dest bi çalakiya nerazîbûnê kiribû û daxwaza vegerandina keça xwe kiribû.

HDP red dike ku mijara çûna ciwanan bo nav refên PKKê têkilî bi wan hebe û çalakiyên dayik û bavên kesên diçin nav refên PKKê weke plan û lîstokên dewletê yên li dijî xwe dibîne.

Bavê Gamze Laçîn, Mehmet Laçîn berê li ber avahiya HDPê ya li Îzmîrê ji bo vegerandina keça xwe çalakî kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst