Li Serê Kaniyê Ceyş el-Islam jineke Êzdî û kurê wê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê el-Sikkeriye li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Ceyş el-Islam ser bi Tirkiye jineke Kurdên Êzdî û kurê wê girtin, dema daxwaz kiribûn çekdar mala wan vala bikin, ku berî zêdeyî du hefteyan ji wan standibûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 15ê Îlonê li gundê el-Sikkeriye li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Ceyş el-Islam ser bi Tirkiye jineke Kurdên Êzdî û kurê wê girtin, dema daxwaz kiribûn çekdar mala wan vala bikin, ku berî zêdeyî du hefteyan ji wan standibûn.

Herwiha SOHRê ragihand jin û kurê wê ji bo ku mal û milkên wan li wan bên vegerandin gilî kirine û li ser vê yekê ji bo gilîkirina xwe paş de bikişînin ji aliyê çekdaran ve bi çekan gef li wan hatiye xwarin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku jina Êzdî û kurê wê tapoyê mal û milkên xwe pêşkêş kirine û konseya bajêr biryar daye ku mal û milkên wan li wan bên vegerandin lê çekdarên Ceyş el-Îslam" ji wan xwestiye ku 150 hezar dolar li hember vegerandina erdan bide.

Dagirkirina Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarê Serê Kaniyê sala 2019an di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de ku navê Operasyona Kaniya Aştiyê lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê derketiye. Her di çarçoveya heman operasyonê de bajarê Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.

Ji wê roja ku Serê Kaniyê ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê û heta niha, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.