Tunela li ser rêya Colemêrg û Wanê hilweşiya: 2 karkeran canê xwe ji dest dan

16-09-2022
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Wan Tunel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tuneleke li ser rêya sereke ya di navbera parêzgehên Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê de herifî  û hejmarek karker din xirabeya wê de man. Li gor zanyariyên destpêkê herî kêm 2 karkeran canê xwe ji dest dane û kar û xebatên derxistina karkerên berdewam e.

Li gor zanyariyan îro 16ê Îlona 2022an li derbasoka Guzeldere ya li ser rêya sereke ya Wan-Colemêrgê beşeke tûnela rê ku çêkirina wê berdewam dikir ji ber sedemek nediyar herifî.

Li gor zanyariyên hejmarek karkerên ku di tunelê de kar dikirin di bin xirabeya tunelê de mane.

Li ser agahdarkirinê tîmên rêveberiya rewşên bilez û tendirûstî çûn cihê bûyerê û ji bo rizgarkirina wan karkeran dest bi karxûbatan kirin.

Li gor agahiyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne herî kêm dû karkeran canê  xwe ji dest dane û hejmarek karker jî birîndar bûne.

Yek ji birîndaran Cemil Diyapoglu ku ji bin xirabeya tunelê hatiye derxistin û  bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatiye rakirin dibêje  dema wan di tunelê de kar dikir ji nişkekê ve tunel herifiye û dema wî hewil dida hevalên xwe rizgar bike ketiye bin kevir û axê.

Li aliyê din hatiye ragihandin ku kar û xebatên derxistina karkerên din berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst