Li Rihayê şerê malbatan: Kesek mir, kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şer derket û di encam de kesek bi kêrê hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan îro Şemmiyê 17ê Îlona 2022ê li Taxa Ohali ser bi navçeya Kaniya Xezalan di navbera du endamên malbatên cûda de şer derketiye û di encam de du kesên bi navê Îsa û Îsmail D. birîndar bûne.

Herwiha her du kesên birîndar ji aliyê tîmên tendirûstiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatine veguhestin lê ligel hemû midaxeleyan kesê bi navê Îsmail D. canê xwe ji dest daye û dermankirina kesê din ê birîndar berdewam e.

Şeva borî jî li gundê Sevimli yê navçeya Kaniya Xezalan, ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera du malbatan de nîqaş derketibû û di encam de endamên her du malbatan bi dar û keviran êrîşî hev kiribûn û di şer de 9 kes birîndar bûbûn ku jin jî di nav de hebûn.