Li Akrê êrîşa çekdarî: Pêşmergeyekî pilebilind canê xwe ji dest da û hevjîn û keça wî jî birîndar bûn

16-09-2022
RÛDAW
Nîşan Akrê Pêşmerge Êrîşa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Akrê ya Herêma Kurdistanê di encama gulebarana ser Pêşmergeyekî pilebilind de wî Pêşmergeyî canê xwe ji dest da û 3 kesên jî birîndar bûn. 2 demjimêran piştî bûyerê êrîşkar hat girtin.

Qaymeqamê Akrê yê bi wekalet Şaban Berwarî roja Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, êrîşa çekdarî ya ser Pêşmergeyê pilebilind ê bi navê Sabir Akreyî di demjimêr 06:40ê danê sibehê bûye û Pêşmerge Sabir Akreyî canê xwe ji dest daye. Her wiha keça wî, hevjîna wî û xwişka hevjîna wî jî birîndar bûne.

Şaban Berwarî got, “Gumanbar û Sabir Akreyî berî çend rojan gengeşî kiribûn û ji ber wê îro gumanbar Sabir Akreyî kuşt.”

Berpirsê Ragihandinê ya Rêveberiya Tenduristiya Akrê Sebah Zuher ji Rûdawê re ragihand, di wê bûyerê de 3 kesên din birîndar bûne ku yek ji wan keça wî ya heft salî ye û birîna wê giran e.

Sebah Zuher diyar kir ku birîndar ji bo Nexweşxaneya Duhokê hatine veguhestin û cenazeyê Sabir Akreyî jî bo pizîşkiya dadwerî ya Duhokê hat şandin.

Şaban Berwarî destnîşan kir, Pêşmerge Sabir Akreyî 43 salî bûye û li ber deriyê mala xwe êrîş lê hatiye kirin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, efserê rêveberiya perwerdeya leşkerî ya Wezareta Pêşmerge Sabir Cuma Akreyî ji aliyê kesekî nenas ve hat kuştin. Hêzên ewlehiyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Şêrzad Mihemed ê ku li cihê bûyerê bûye ji Rûdawê re got, kesê ku bi çek êrîş kiriye cilê leşkerî li xwe kiribûye.

Şaban Berwarî her wiha diyar kir ku piştî bûyerê zêdetirî 2 demjimêran kujerê Sabir Akreyî hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst