Li Wanê agir bi depoyeke xorak û paqijiyê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îpekyolu ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, şevê din agir bi depoyeke xorak û paqijiyê ket û gelek kelûpel şewitîn.

Li navçeya navenda bajêr a Îpekyolu li Kolana Sihkeyê, di depoyeke xorak û paqijiyê de bi sedemeke nehatiye zanîn agir derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristanî, tenduristî û polîs bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Tîmên berevaniya şaristanî piştî kar û xebatên 4 demjimêran agir vemirandin.

Di encam de gelek kelûpelên di nav depoyê de şewitîn. Welatiyan piştî agir, kelûpelên zirar nedîtibûn derxistin derve.