HEZKURD: Ti peywendiya Fevzî Bulgan bi me re nemaye

Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Zimanê Kurdî di daxuyaniyekê de ragihand, ew tevger li ser bingeha xizmet û vejnadina zimanê Kurdî hatiye damezrandin û ji ber helwêsta Fevzî Bulgan a li dijî zimanê Kurdî û parvekirinên wî ya bi Tirkî rexneyan li wî digire û dibêje: “Birêz Fevzî Bulgan êdî ne bi rêveberiya me ra ye. Ji ber vê bûyera dawiyê, em dubare eşkere dikin ku, îro pê de bi ti awayî têkiliyeke me ya fermî an jî ne fermî, li gel birêz Fevzî Bulgan tune ye û vê biryara xwe ji raya giştî re radigihînin.”

Hereketa Zimanê Kurdî ku weke HEZKURD tê naskirin, roja 7ê Îlonê bi daxuyaniyekê li Amedê ku ji aliyê Barij Celalî ve hat xwandin, bi fermî hebûn û damezrandina xwe aşkere kir.

Lê her di heman rojê de nakokî di nava rêveberiya HezKurdê û Fevzî Bulgen de derket û ew yek jî bû rojevek li Bakurê Kurdistanê.

Barij Celalî derbarê sedema nakokiyê de ji Rûdawê re axivîbû û gotibû, ku ji rêvebirên HEZKURDê Fevzî Bulgan daxwaz kiriye ku zimanê civînên wê tevgerê bi zimanê Tirkî be û ew li dijî wê yekê derketine, ji ber ku tevger ji bo xizmetkirina zimanê Kurdî hatiye avakirin.

Fevzî Bulgan li ser van gotinan, roja 8ê Îlonê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihandibû, Barij Celalî bi awayekê demkî ji aliyê wan ve weke berdevkê hereketê hatibû destnîşankirin, lê belê “bê xebera navend, reveberî û dildarê  HEZKURDê li Diyarbekir/Amedê bê hazirî bi serê xwe û çend alîgirê xwe li ber medyayê damezrandina HEZKURD ragihandibû.”

Di berdewamiya nakokiyan de, HezKurdê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û tê de ragihandiye, ji ber helwesta wî ya li dijî Zimanê Kurdî me rêya xwe ya di asta rêveberiyê de, ya li gel birêz Fevzî Bulgan qut kiribû. Lê ji ber rêgeza, "HezKurd, mala her Kurdekî ye" me dildariya wî ya ji bo HezKurdê qut nekiribû.

HEZKURD di beşeke din da xuyaniya xwe de dibêje, “me bi xemgînî dît ku, çend parvekirinên birêz Fevzî Bulgan yên di hesabê wî ye fermî da, li dijî prensîbên HezKurdê ne û armanca wê pêşîgirtina mafê rewa yê Miletê Kurd e” û tekez kir, “ji îro pê de bi ti awayî têkiliyeke me ya fermî an jî ne fermî, li gel birêz Fevzî Bulgan tune ye û vê biryara xwe ji raya giştî re radigihînin.”

Naveroka daxuyaniya HezKurdê ya bo raya giştî:

Wek tê zanîn ku, me 06.09.2020 an de, damezrandina Hereketa Zimanê Kurdî, bi navê din HezKurdê ragihandibû. Me bi dengekî bilind eşkere kir ku, emê bi însîyatîfek sivîl û hiqûqî ji bo mafê rewa yê miletê xwe, taybet jî ji bo mafê Zimanê Kurdî tevbigerin. Û taybet jî me anîbû li ser zimên ku, hereketa me li dijî hemî cûreyên tund û tûjîyê, şer û pevçûnan e.

Dîsa tê zanîn, me di wê ragihandina xwe da eşkere kiribû ku, ji ber helwesta wî ya li dijî Zimanê Kurdî me rêya xwe ya di asta rêveberiyê da, ya li gel birêz Fevzî Bulgan qut kiribû. Lê ji ber rêgeza, "HezKurd,mala her Kurdekî ye" me dildariya wî ya ji bo HezKurdê qut nekiribû.

Lê heyf û mixabin, me bi xemgînî dît ku, çend parvekirinên birêz Fevzî Bulgan yên di hesabê wî ye fermî da, li dijî prensîbên HezKurdê ne û armanca wê pêşîgirtina mafê rewa yê Miletê Kurd e.

Taybet bi parvekirina, "1952'nin hemen ilk haftasında yapılan gösterilerde, birkaç öğrencinin "Bengalce'nin özgürlüğü" için üzerlerine benzin döküp kendilerini diri diri yakması, protesto gösterilerini artık bir "devrim hareketi" noktasına götürmüştü." Vê tiwîta bi tirkî, hemû endam û dildarên HezKurdê êşandiye û em hemû kirine nava xemgînîyek kûr.

Tê zanîn ku, HezKurd li dijî hemî cûreyên tund û tûjîyê ye. Şêr û pevçûn ji hêla kî tê bila bê, HezKurd bi şêweyekî eşkere li dij disekine, helwesta xwe eşkere dike. Bi vê prensîba me, em tînin ziman ku, HezKurd parvekirina birêz Fevzî Bulgan bi awayekî tund şermezar dike û dibêje ku ew parvekirin fikra wî bi xwe ye, û bi ti awayî HezKurdê eleqeder nake. Kes nikare mirovên sivîl û bitaybet jî ciwanên me bi şeklekî ber bi tundîyê va bikişîne.

HezKurd roja ku bi rê ket, eşkere anî ziman ku dê li dijî hemû tundîyan bisekine û li ser bingeha yasayî û hiqûqî kar û barên xwe pêk bîne. Em li ser vê rêgeza xwe ya esasî disekinin û dibêjin ku, di 06.09.2020 an de çawa ku me eşkere kiribû, birêz Fevzî Bulgan êdî ne bi rêveberiya me ra ye. Ji ber vê bûyera dawiyê, em dubare eşkere dikin ku, îro pê de bi ti awayî têkiliyeke me ya fermî an jî ne fermî, li gel birêz Fevzî Bulgan tune ye û vê biryara xwe ji raya giştî re radigihînin.

Herdu alî li Stenbolê civiyan û biryarên nû hatin wergirtin

Li aliyê din li ser nakokiyên di nav rêveberiya de aliyan roja 13ê Îlonê li Stenbolê civînek pêk anîn û Fevzî Bulgan derbarê encamên wê civînê de daxuyaniyek nivîskî ji Rûdawê re şand.

Di wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku heta ku karûbarên avakirina Hezkurdê bi awayekî fermî pêk tên, Fevzî Bulgan û Barij Celalî jî qebûl kirine ku parêzer Suphî Ozgen erkê nûnertî û berdevkiya wê Hereketê birêve bibe.

Di daxuyaniya ku li ser navê parêzer Suphî Ozgen ji bo Rûdawê hatiye de tê gotin;

“Herdu hevalan jî rewşa  hefteya din ya li Amedê qewimîbû, aşkere kirin û bersiva pirsên me dan. Me ji bo her hevalekî rewşa heyî cihê cihê, di nav xwe da jî nirxand.

Em vê rewşa Amed, wek bûyereke hatûçûnê destnîşan kir û divê em ders jê werbigrin û ji bo ku rewşên weha dubare nebe, me wek tecrûbeyên  rêgiriyên bingehîn(saziyane) bên wergirtin, pejirand. Me dazanîn ku hereketa/tevgera me ne ya serokatiyê ye,  ya kadroyan e. 

Emê di demeke nêz da pêvajoya damezrandina fermî pêk bînîn û heta wê demê jî du hevalên me yên navborî di birêvebiriyê da bimînin. Em gihîştin wê biryar û hevhengiyê ku heta pêvajoya me ya damezrandina fermî  pêktê, ez (Parêzer Suphî Ozgen) miweqetî wek nûnerê huqûqî  û  berdevkê HezKurdê bim.

Dê hemû hesabên tora medyayê di bin yek torê de bên yekkirin.  Piştî ku fermîyeta damezrandina  navendî pêk hat, dê li hemû bajaran û cihên din karên birêvebirinê û nûnertiyê bên kirin. Herdu hevalên me jî, van biryaran ji bo selamet û paşeroja hereketê pejirandin.

Em  di serî da ji hevalên me yên Fevzî Bulgan û Barij Celalî re, ji bo wan kesên vê civînê pêşniyar kirin, yên vê civînê pêkanîn, hûn yên  ku heta civîn pêk hat we bi sebir û hoşbextane û bi hêviya yekîtiyê li benda me bûn û ji bo we hêjayên kurdî û xwebexşên HezKurdê ra cihê cihê spasî dikim.

Ez wek bira û hevalek we, ez ê di nav hewdanê da bim û heta ku ji destên min bê, di vê pêvajoya miweqet da pêdiviya berpirsiyariyên ku daye ser milên min, pêk bînim.  Ji we piştgirî û hevhengiyê hevî dikim.”