Li Til Koçer teqînek çê bû
Hewlêr (Rûdaw) - Teqînek li benzînxanyeke bajarokê Til Koçer li Rojavayê Kurdistanê çê bû û di encamê de welatiyekî canê xwe jidest da.
Li gor zanyariyên xwecihî, îro, êvara roja Çarşemê, li bajarokê Til Koçer ê ser bi bajarê Rimêlan, li Cizîrê, teqînek li benzînxaneya Elî Axa çê bû.
Her li gor zanyariyên hatine bidestxistin, di encama wê teqînê de, parçeyeke teqînê li kesekî bi navê Ebdulmecîd Salih el Ebas ket û ji qirika xwe birîndar kir.
Ew hemwelatiyê sivîl ê temen 45 salî yekser bo Nexweşxaneya Elselam li bajarokê Girkê Legê hat veguhastin, lê piştre bi sedema wê birînê, canê xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyan, ji bilî wî kesê ku canê xwe jidest daye, ziyan negihiştiye kesekî din, lê heta niha nehatiye naskirin, sedema wê teqînê çi bû.