Hewlêr dixwaze Bexda paşekeftiya mûçeyan bide
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de di nav danûstaninan de û yek ji daxwazên hikûmeta Kurdsitanê ji Bexdayê jî dayîna paşekeftiya mûçeyan in.
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê heftiyê dê serdana Bexdayê bike. Ew şand bi mebesta danûstandinan ji bo kêmkirina xalên nakok ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, taybet jî mijarên neft, budce, Pêşmerge û deynan diçe Bexdayê.
Her çiqas çavkaniyekê agahdar, ji Rûdawê re ragihandiye ku, “Tê çaverêkirin tenê bo budceya sala 2020an û derbaskirina wê ji parlamentoyê, rêkeftin di navbera herdu aliyan de bê kirin”, lêbelê parlamenterekî PDKê jî dibêje, “Şanda Kurdistanê, bo çareserkirin û rêkeftinê tê Bexdayê û di dosyaya danûstandinan a herdu aliyan de mercên dijwar hene.”
Di destpêka danûstandinên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê a ya bi serokatiya Adil Ebdûlmehdî de, heta niha ew xalên nakok ên di navbera herdu aliyan de nehatine kêmkirin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil, ji Rûdawê re , ragihand ku heta niha rojek ji bo serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyarkirin û lêbelê got di nava vê heftiyê de ew şand bo gotûbêjkirin û çaresekirina kêşeyên di navbera herdu aliyan de dê biçe Bexdayê.
Serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê û hewldanên herdu aliyan ên bo çareserkirina kêşeyan, di demekê de ne ku Parlamentoya Iraqê amadekariyan dike bo pêkanîna projeyasaya budceya sala 2020an. Eger ew projeyasa jî bêyî têgihiştineke hevbeş ji encûmena wezîran bigihije parlamentoyê, ev tê wê wateyê ku Hewlêr û Bexda, vedigerin wê heyama xirap û teng ya berê.
Endamê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, Dana Ceza, derbarê hûrgiliyên wan xalên nakok ên di navbera herdu aliyan de û guftugoyên derbarê wan kêşeyan de, ji Rûdawê re radigihîne, “Derbarê firotina petrolê, kompaniyan, girêbestan, budceya Pêşmerge, mûçeyê fermanberan hûrgiliyên temam, dayîne Bexdayê. Heta bi hûrgilî behsa derxistin û firotina petrolên Avana û Bay Hesen ên Kerkûkê jî tê de ne. Lêbelê hikûmeta Iraqê bi fermî bersiva wan pêşniyarên Kurdan nedaye.”
Du lijneyên serekî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, di nav danûstandinên cidî de ne. Lijneyek taybet e bi madeya 140 û navçeyên veqetandî ku bi fermî jê re tê gotin, ‘navçeyên ku nakokî li ser heye’. Lijneya duyem jî taybet e bi pirsa petrolê, babetên darayî û aborî. Ew ên ku peywendî bi madeya 140 ve heye, Netewên Yekgirtî û şandeke leşkerî ya Amerîkayê jî bi awaykî ne rasterast, beşdariyê di danûstandinan de dikin û hewla rêkeftinê di navbera aliyan de didin. Lêbelê bo pirsên aborî, şandên herdu aliyan, mijûlî wê ne ku firaksiyonên parlamentoya Iraqê derbarê hûrgiliyên kêşeyan de agahdar bikin.
Dana Ceza, behsa xalên nakok ên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dike û dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike ku 48 milyar dolar budceya 5 sal, nêzikî 7 trilyon dînar budceya 14 salên Pêşmerge, 5 sal pereyê heqdestê kompaniyên neftê û zêdetirî 10 milyar dolar, wan deynên Bexdayê kirine ku pişka Kurdistanê tê de hebûye û nehatine dayîn ,dike.”
Parlamentera PDKê hûrgiliyên derbarê wan deynan de ronîtir dike û dibêje, “Bexdayê heta niha, 60 milyar dolar deyn kiriye û pêwîst bû ji sedî 17ê yê wan bide Herêma Kurdistanê.” Derbarê wan xalên din ku Hewlêr li ser wan daxwazê ji Bexdayê dike jî diyar dike, “Hikûmeta Kurdistanê, daxwaza qerebûkirina wan navçeyên ku rastî ziyanê hatine, enfal, Helebce, şehîdên Kurd, serjimariya navçeyên nakok û dahatên navxwe dike.” Lêbelê bi gotina wê parlamenterê, heta niha jî Bexda amade nîne ji bo dayîna wan 24 milyar dolarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên salên qeyrana darayî deyn kiribûn û ew parlamenter dibêje, “Li gel wê jî guftûgoyên cidî her hene, bo ku rêkeftineke 3 salî di navbera herdu aliyan de bê îmzekirin.”Wate ji van sê salan ew e ku maweyê hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Adil Ebdûlmehdî de li xwe digire.
Çavkaniyekî agahdar ji guftûgoyên di navbera herdu aliyan de, beşek ji hurguliyên wan guftûgoyan ji Rûdawê re ronî kirin. Li gor gotina wî çavkaniyî, beriya çûyîna şanda Hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê, Hikûmeta Iraqê, bersivek ji Hikûmeta Kurdistanê re şandiye û tê de ragihandiye ku meseleya dayîna deynên ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, ji guftûgoyan derbixin û ew çavkanî dibêje, “Armanca Bexdayê ew e, di dawiyê de, beşeke gelek kêm ji wan deynan bide û li hember wergirtina 250 hezar bermil petrolê jî, mûçeyan bişîne, li gel beşeke kêm ya pereyê budceya projeyan. Bexda dixwaze bi wê petrola Herêma Kurdistanê ku dikeve ber dest, pereyê xercên kompaniyên petrolê bide.”
Ew jêder, zanyariyên zêdetir ji Rûdawê re ragihandin û got, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber qutkirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, naçar bû, sîstema paşxistina mûçeyan bikar bîne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Bexdayê dike wan muçeyên paşkeftî yên fermanberan bide. “Lêbelê, Bexda bi mercekê amade ye,wan deynan bide ku Herêma Kurdistanê, daxwaza wergirtina wan deynên xwe yên li derve neke û dahatên navxwe bişîne Bexdayê.”Weke ew çavkanî behs dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser danûstandinan berdewam dibe û venakişe, lêbelê, “Bi wî şêweyî neftê radest nake. Ji ber ku her çend Bexda xwedî merc be, Herêma Kurdsitanê jî merc hene.”
Hefteya derbasbûyî lîjneyên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, gihiştin rêkeftineke leşkerî ji bo ku Bexda, dest bi şandina budceya Pêşmerge bike. Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî Wezareta Pêşmerge bidest xistine, wê wezaretê li ser daxwaza Adil Ebdûlmehdî, nivîsek bo Wezareta Berevaniyê ya Iraqê şandiye ku mûçeyê Pêşmerge bê dayîn.
Lêbelê ew pere heta niha nehatiye dayîn. Parlamentera Yekgitûya Îslamî li Parlamentoya Iraqê, Musenna Emîn, dûr dibîne ku ew kêşeyên mezin û aloz, bi rêkeftineke 3 salî bên girêdan û diyar dike, “Di dawiyê de hemû hewldan li ser derbaskirina budceya sala 2020an pêk tên. Ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wisa dibîne ku bi wan mercên Bexdayê, nikare petrolê radest bike û Bexda jî beşek ji mercên Kurdan red dike.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel firaksiyonên Kurdistanî yên parlamentoya Kurdistanê û parlamentoya Iraqê, kom bû û hemû hûrgiliyên wan mijarên ku heta niha di civînên di navbera şandên Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj li ser hatine kirin, zelal kir.
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil, piştî kombûnê got ku niyeta wan bo rêkeftina li gel Bexdayê heye û dixwazin beriya şandina projeyasaya budceyê bo encûmena nûneran a Iraqê, şanda Herêma Kurdistanê, behsa têbiniyên xwe bike û di wê projeyê de cih bigire. Gotinên Berdevkê Hikûmetê nîşan didin ku rêya rêkeftinê gelek dijwar nîne ku dibêje, “Bexda bi 80 milyar dolaran deyndara Herêma Kurdistanê ye.”
Musenna Emîn diyar dike ku parlamenterên Şîe zext û fişarên li ser Adil Ebdûmehdî, zêde kirine û dibêje, “Adil Ebdûlmehdî amade nîne careke din rêkeftineke nerm li gel Kurdan bike û newêre bike. Ji ber hindê tê çaverêkirin, rêkeftineke yek salî di navbera Kurdan û Hikûmeta Iraqê bê çêkirin ku ew rêkeftin zêdetir di berjwendiya Iraqê de be.”
Daxwazên Hewlêrê ji Bexdayê wiha ne; 48 milyar dolar ên budceya 5 salan, 7 trîlyon dînar ên mûçeyê 14 salan ên Pêşmerge, pereyê 5 salan ê heqdestê kompaniyên petrolê, 10 milyar dolarên wan deynên ku Bexdayê kirine û pişka Herêma Kurdistanê tê hebûye, qerebûkirina navçeyên ziyandîtî, enfal, Helebce û şehîdên Kurd, dayîna wan deynên ku ji ber birîna budce û qeyrana darayî ketine ser Herêma Kurdistanê.