Şopên Fransiyan hêj li Taxa Gumrikê ya Kobaniyê diyar in

Hewlêr (Rûdaw) – Taxa Gumrikê yek ji kevinitirîn taxên Kobanî ye û şûn û şop û hêmaya hebûna Fransiyan li vê taxa Kobanê hêj xuya ye û heta niha jî rengê xwe yê netewî parastî ye.

Ermeniyên ku di destpêka sedsala borî de, ji ferman û komkujiyên Dewleta Osmanî reviyabûn û binxet bûbûn, ev tax bi Kurdan re ava kirin ku di heman demê de kompaniya xeta trênê li vê deverê dest bi kar kiribû û Kobanî navê xwe ji wê kompaniyê bi xwe wergirtibû.

Şineyê Taxa Gumrikê Hesen Ehmed dibêje: “Cîranê berê hemû Ermenî bûn, lê niha kes ji wan nemane. Piraniya wan çûn Ermenistan û cihên din. Niha em bixwe tenê mane. Berê sînema û kinîse hebûn.”

Roj li pey rojê, mîna Taxa Gumrikê ya Kobanî, hemû taxên wê mezin bûn û taxên nû jî çêbûn û êdî Kobanî bû bajar.

Pêwendiyên civakî jî li taxê pir bihêz in, danê êvarê jinên taxê li pêşiya derî civatan digerînin, derdê xwe ji hev re dibêjin, behsa serpêhatiyên berê dikin, bêrya hezkiriyên xwe dikin, bêrya zarokên xwe yên li koçberî û penaberiyê dikin.