Nêçîrvan Barzanî: Bila doza gundê Sorya li Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê bê yekalîkirin

16-09-2019
Rûken Bagdu
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Gundê Sorya Komkujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujiya gundê Sorya ya devera Zaxo de peyam belav kir û têde dibêje: “Em daxwaz dikin doza gundê Sorya li Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê bê yek alî kirin û kesukarên qurbaniyan bêne qerebûkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 50min salvegerar komkujîya gundê Sorya ya ser bi navçeya Zaxo peyamek belav kir û got: “Di komkujiya gundê Soryayê de 39 kes ji zarok û jin û zilamên Mesîhî û Misilman pêkve hatin şehîdkirin û zêdetirê 20 kesan birîndar bûn, bi rêz û hûrmetê ve wan bi bîrtînîn û serê rêz û hûrmetê ji bo wan diçemînîn.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku komkujiya gundê Sorya yek ji wan zîncîre tawanên bê cûdahiya derbarê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû ku hate encamdan û heman sal li gundê Dekaya tixûbê Akrê jî zêdetirê 70 zarok û jin li şikeftek de hatin şewitandin.

Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got: “Li vê bîranînê de dûpat dikîn ku Herêma Kurdistanê wekî herdem landika pêkvejiyan û lêborînî ya me hemûyan dimînê û daxwaz dikîn doz û keysa gundê Sorya jî li Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê bê yekalîkirin û kesukarên qurbaniyan bêne qerebûkirin.”

Komkujiya gundê Sorya ya navçeya Zaxo sala 1969 ji aliyê rejîma Bees ve hate encamdan û têde 39) kes ji zarok û jin û zilamên Mesîhî û Misilman pêkve hatin şehîd kirin û zêdetirê (20) kesan birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst