Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di nav çend salên borî de 14 hezar kîlometre rê hatin çêkirin û tamîrkirin.
Standardnebûna rêyan û pabendnebûna bi rênumayên trafîkê, wisa kiriye ku salane bi sedan welatî di rêyên Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest didin.
Siyasetên çewt ên hikûmeta Beisê wisa kiriye ku di 27 salên borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bû ku herî zêde ji bo wê sektorê budce terxan bike. Li gor gotina berpirsên sektora rêyan, zêdetirî 14 hezar kîlometre rê di çend salên borî de hatine çêkirin yan jî hatine nûjenkirin.
Rêyên Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi baştirkirinê heye, her sal ji ber bûyerên trafîkê bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Şerên hikûmeta berê ya Iraqê ya bi serokatiya Sedam Husên û siyasetên wî yên li dijî xelkê Başûrê Kurdistanê bandoreke neyênî ya mezin li ser rêyên Herêma Kurdistanê kiriye.
Ji ber vê yekê, peywireke sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî raperînê, tamîrkirina rêyan û çêkirina rêyên nû bû.
Projeyên rêyên Herêma Kurdistanê
Tamîrkirina rêyan nêzîkî 7000 km
Çêkirina rêyên bi yek xet nêzîkî 550 km
Çêkirina rêyên bi du xet nêzîkî 100 km
Çêkirina rêyên gundan nêzîkî 6500 km
Çêkirina piran nêzîkî 5700 metre çargoşe
Çêkirina tunelan nêzîkî 5834 metre çargoşe
Lê belê hêj pirsgirêkên mezin ên rêyên Herêma Kurdistanê hene û ji ber wê jî hatûçûna welatiyan zehmet dibe û gelek caran bûyerên trafîkê diqewimin.
Hilbijartinên xula pêncan a Parlementoya Kurdistanê roja 30ê Îlonê birêve diçe û welatiyan jî dixwazin berbijêrên ku di hilbijartinan de bi ser bikevin, pabendî sozên xwe bibin, ku yek ji wan sozan jî çareserkirina pirsgirêka rêyan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse