Kurdan hilbijartinên xwecihî yên Sûriyê boykot kir

16-09-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Îro li Sûriyê û li cihên di jêr kontroal hikûmeta wî welatî de, hilbijartinên xwecihî birêveçûn.
Îro li Sûriyê û li cihên di jêr kontroal hikûmeta wî welatî de, hilbijartinên xwecihî birêveçûn.
Nîşan Sûriye Hilbijartinên xwecihî Kurd Boykot Qamoşlo Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Sûriyê hilbijartinên xwecihî bi boykotkirina hemû aliyên opozisyona navxweyî û Kurdan birêve çû û vê carê jî bi tenê lîsta Hizba Beis beşdarî hilbijartinan bû, ku li Sûriyê bi navê Lîsta Yekîtiya Niştimanî tê naskirin.Li herdu bajarên Heseke û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê jî ku hin cih di bin kontrola hêzên hikûmetê de mane, sindoqên dengdanê hatibûn danîn, lê ji ber gelek sedeman beşdarî gelekî kêm bû.

 

Li Sûriyê, di nav de jî Cizîra Rojavayê Kurdistanê, proseya hilbijartinên encûmenên, xwecihî birêve çû. Di van hilbijartinana de bi hezaran kes hatin kandîdkirin û bi dehan saziyên hilbijartinan ketine kar, ji bo encamdana van hilbijartinan.


Kursiyên ku di van hilbijartinana de, kêbirkê li ser wan tê kirin 18,478 kursî ne û li cihên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de 40,000 kesan xwe berbijêr kirine.

 

Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA, ji bo vê mebestê jî komîteyên hilbijartinan hatine damezrandin. Wan komîteyan serperiştiya hilbijartinan kirin.

 

Li gorî madeya 125 a destûra Sûriyê, Encûmenên Xwecihî weke sazî têne binavkirin.

 

Ji bo birêvebirina van hilbijartinan 88 saziyên hilbijartinan hatibûne amadekirin, ku gelek navendên hilbijartinan li bajar û parêzgehan li xwe digirtin, di nav de jî Hesekê û Qamişlo hebûn.

 

Komîteya Dadwerî ya Hilbijartinan li Hesekê ragihandiye, ku 25 navendên hilbijartinê li bajarê Hesekê û 15 navend li bajarê Qamişlo hatine diyarkirin û ketine kar. Li her navendekê jî komîteyek heye.

 

Nûçegihana Rûdawê Vîvyan Fetah jî ragihand, ku li Rojavayê Kurdistanê tenê li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo sindoqên dengdanê hatin danîn, ji ber ku saziyên hikûmeta Sûriyê li bajar û bajarokên din nînin, weke mînak, li Kobanê 100% Kurd in, herwiha deverên din jî.

 

Bi gotina nûçegihana Rûdawê, li bajarê Hesekê hemû berbijêrên serbixwe û yên aliyên din ji bilî Partiya Beis ji proseya hilbijartinê vekişiyan, di encamê de, lîsteya bi navê Yekîtiya Niştimanî ya ser bi hikûmetê ve bi ser ketiye, ji ber ku dengdan nema û ev lîste tenê ma. 


Ev hilbijartin ên encûmenên xwecihî û şaredariyan in, ku girêdayî warê xizmetguzariyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst