Tirkiyê koçeberên Başûrê Kurdistanê şandin Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek koçberên Başûrê Kurdistanê xwestibûn bi rêya Tirkiyê derbasî Ewropayê bibin, lê li ser sînorê Romaniya hatibûn girtin û ber bi Idliba Sûriyê hatin şandin û niha jî gihiştine bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.

 

Koçberên ku dixwestin xwe bigihînin Ewropayê, rojên pir zehmet di rê de derbas kirine. Koçber dibêjin, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine îşkencekirin û sivikatî bi wan hatiye kirin, tevî ku cendirmeyan zanîbûne ew xelkê Başûrê Kurdistanê ne, lê ew şandine Idlibê. Niha ew dixwazin ji Efrînê bi rêya Minbicê xwe bigihînin Herêma Cezîrê, ji bo ku bi rêya deriyê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

 

Roşna Ehmed ku ji Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ye diyar kir: “Zilamê min nexweş e. Çend car me bir nexweşxaneyên li Hewlêrê, çareser nebû. Me jî vê rêyê da ber xwe. Em çûn Tirkiyê, ji wir nehiştin em herin.”

 

Hejmara van koçberan zêdetirî 130 kes in, zarok jî di nav wan de hene, 5 rojan li Tirkiyê desteserkirî bûne, bajar bi bajar hatin gerandin, heta ku ew gihandin deriyê Bab El Hewa yê Idlibê.

 

Koçbera bi navê Semîre Hesen ragihand: “Me xwest bi rêya avê, em ber bi Romanyayê herin. Cendirmeyên Tirkiyê em girtin û pênc roj zêdetir me girtine û tiştên ku li me kirin, bi însan nehatiye kirin, bi ajelan nehatiye kirin, lê li me kirin. Nedihiştin em rakevin. Pênc roj em li nav otobêsan bûn.”

 

Koçberên Başûrê Kurdistanê li gundê Qitmê yê Efrînê li dibistanekê hatin bicîkirin, rêxistinên sivîl yên ser bi Rêveberiya Xweser yekser alîkariyên destpêkî pêşkêşî wan kirin, êdî ewê çend rojan, mêvanê bajarê Efrînê bin, dibe ku ti carî nehatibe bala wan, ku di vir re derkevin, lê qedera koçberiyê ji xwesteka wan bihêztir bû.

 

Koçberên Başûrê Kurdistanê, piştî Efrînê dixwazin bi rêya Minbicê, xwe bigihînin Herêma Cezîrê, ji bo ku bi riya Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Lewma rêyeke dûr û dirêj li pêşiya wan maye.