Ormiyê – Azerî kurdan tehdîd dikin: Bila kurd ji bajêr derkevin!

 

Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, kurd ji aliyê azeriyên nijadperest ve tên tehdîdkirin û ji wan tê xwestin, ji bajêr derkevin!

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, çend roj berê li hinek tax û kolanên Ormiyê, hinek lafîte û pankard hatibûn belavkirin û daliqandin  û li ser wan nivîsên li dijî Kurdan hatibûn nivîsandin.

 

Li ser yek ji wan lafîteyan, ku ketiye destê Rûdawê, kurd hatine tehdîdkirin û ji wan hatiye xwestin, “eger kurd ji bajêr derkevin dê piştî mehekê berdêlên giran bidin!”

 

Di bin wê lafîteyê de jî navê “Tevgera Millî ya Azerbaycanê” hatibû nivîsandin. Wisa xuya dike ku ev yek ji aliyê azeriyên nijadperest ve hatiye kirin.

 

Heta niha rayedarên Îranê li ser van bûyeran tiştek negotine.

 

Li bajarê Ormiyê, kurd, ermenî, cihû û azerî dijîn.


Yek ji wan lafîteyan