Îro 20mîn salvegera Hişmetullah Lornijad e

16-09-2015
Eskender Ceiferî
Hunermendê ji Kirmaşanê Hişmetullah Lornijad
Hunermendê ji Kirmaşanê Hişmetullah Lornijad
Nîşan Rojhilatê Kurdistan Kirmaşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera koça dawî ya hunermendê kurd ê xelkê Kirmaşanê Hişmetullah Lornijad e ku zêdetirî 200 stranên kurdî tomar kirine .

 

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Hişmetullah Lornijad di sala 1947an yan jî sala 1326 a îranî li herêma Elafxane li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

 

Hişmetullah Lorjinad bi her du zimanên kurdî û farsî stran gotine û bavê wî û bapîrê wî jî mûzîkjen bûne.

 

Lornijad di stranên xwe de medha ol û baweriyên cuda jî kiriye, lê bi xwe hezkiriyê ola Yarsan bûye û di gelek stranên xwe de li kêleka hev him  behsa ol û him jî behsa welat kiriye.

 

Wî di 17 saliya xwe de li Radyo ya kurî ya Kirmaşanê bi helbesta birayê xwe Şêydayê Kirmaşanî karê xwe dest pê kir.

 

Hunermendê kirmaşanî Hişmetullah Lornijad bi şêweyên gelek ji hunermendên kurdna ên wek Seyid Elî Esxer Kurdistanî, Elî Merdan û Tahir Tofîq stran gotine.

 

Lornijad heya 25 saliya xwe bi gelek ji hunermendan re kar kiriye û stranên xwe bi zaravên cuda yên kurdî tomar kirine.

 

Di konsêrtekê de dema ku ji amûrên deng re pirsgirêk derdikevin, ew dikare bi engê xwe pirsgirêkan veşêre û bi vî awayî jî strana wî ya bi navê Beheşta Jiyanê dibe yek ji navdartirîn stranên wî.

Hunera Lornijad di welatê wî de heya gul û baxan de xuya ye.

 

Hişmetullah Lorjinad di temenê karê xwe yê hunerî de zêdetirî 200 stranên kurdî gotine.

 

Lornijard roja 16ê Îlona sala 1995an yan jî sala 1374 a îranî koça dawî kir û termê wî bi beşdariya hezaran kesan bi axê hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst